‘PDK li pey hevpeymanekî veşartî ya ligel Tirkiyeyê ye’

Siyasetmedar û rewşenbîr Dr. Fayîq Gulpî ban li hemû xelk û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê kir piştgirî bidin berxwedana Bakurê Kurdistanê û got sîstema rêveberiya Konfederalîzma demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû gelên Rojhilata Navîn pêwîstiyek ya anîna çareseriyê ye. Gulpî got ku siyaseta niha PDK dimeşîne ji bo gelê Başûrê Kurdistanê ti sûdê xwe nîne û têkildarî ziyaretên dema dawî yên rayedarên PDK’ê ya Tirkiyeyê wiha got; “Ez di fikara dinava hevpeymanekî veşartî ya dijî tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê şer bikin de ne.”


SILÊMANÎ/ ROJNEWS

Di demekî êrîşên dewleta Tirk li ser gelê Bakurê Kurdistanê zêde bûne de û li hemberî vê gel li Amed, Şirnex û Mêrdîn di serî de li gelek bajaran berxwedanê dimeşînin de, der barê zêdebûna serdana rayedarên PDK’ê ya li ser navê rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê, siyasetmedar û rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê Fayîq Gulpî ji ajansa me re nirxandin kir.

Gulpî got ew têkoşîn û xebatên Bakurê Kurdistanê destek dike û bang li hemû pêkhate û çînên Başûrê Kurdistanê kir ku destekê bidin vê berxwedan û têkoşînê.

Gulpî bal kişande ser têkoşîn û berxwedana li Bakurê Kurdistanê di rastiyê de têkoşîna sîstema konfederalîzma demokratîk e û wiha peyîvî; “Sîstema rêveberiya demokratîk, sîstemeke ku pêwîstiya gelemperiya Rojhilata Navîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe pêwîstî pê heye. Bakurê Kurdistanê hem baweriya wan bi xwe heye û hem jî xwedî îrade ne. Her wiha di qada navneteweyî de hewldan û xebatên bidest anîna mafên xwe dikin û bi xwe çarenûsa xwe diyar dikin. Li Bakurê Kurdistanê li ser bingehê sîstema konfederal a demokratîk rêveberiyek ava kirine. Dixwazin vêna di hemû aliyên din de bidin rûnişkandin û pêkanîn.”

‘PDK destkeftiyên gelê Kurd na parêze’

Gulpî bal kişande ser, li aliyekê dewleta Tirk bi êrîşan bersiva daxwazên rêveberiya xweser a gelê Bakurê Kurdistanê dide, li aliyek din di demek Tirkiye krîza ji ber xistina balafira Rûsyayê dijî û ji ber leşkerkêşya Başûr û Iraqê bi rêveberiya Iraqê re aloziyan dijî, zêdebûna ziyareta rayedarên PDK’ê ya Tirkiyeyê li ser navê rêveberiya Başûrê Kurdistanê.

Dr. Fayîq Gulpî ev serdane weke ‘zindîkirina mirî’ binav kirin, wiha ragihand; “Rûsya li ser Tirkiyeyê ambargoya gaza xwezayî daniye. Niha dijminek Kurdan li ber mirinê ye, PDK dixwaze vî dijminî zindî bike. Dixwazin gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê jê re bişînin Tirkiyeyê, ji bo Tirkiye pê bijî. Ji xwe pêştir jî petrol bi bêpereyî jê re şandine. Îro hemû kes dizane ku dewleta Tirk li pişt DAIŞ'ê ye. Armanca DAIŞ'ê ew bû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê birûxîne, dagir bike û Tirkiye jî destekê dide vê. Ji ber vê jî tişta niha PDK dike, ti sûdê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîne. Heya niha jî ti aqliyetek van kiryarên PDK'ê nikare qebûl bike. Ger ku ev pilanên PDK û Tirkiyeyê yên ser Îslama Sunne pêk hatin, wê demê PDK jî neçar dimîne ji ber zextên Îslama Sunne navê xwe bigûher bike Îxwanî Kurdistan.”

Gulpî diyar kir yek ji sedema din a ziyaretên rayedarên PDK’ê ya Tirkiyeyê ew bi fikare ku dixwazin bi dewleta Tirk re hevpeymanekî veşartî çêbikin de ye û wiha got; “Xala duyem jî ew e ku ev serdana rayedarên PDK'ê ya Tirkiyeyê, ne tenê piştgiriya Erdogan dikin, guman heye ku hevpeymanek wan a veşartî hebe ku li dijî tevgera siyasî ya li Bakurê Kurdistanê şer bikin. Ji ber di dema buhrî de yek ji siyaseta PDK'ê ew bû di dema ji bo Başûrê Kurdistanê daxwaza maf û azadiyê dikir, di heman demê de jî li dijî azadî û mafê gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê bû. Rojhilatê Kurdistanê mînaka wê ya ber bi çav nîşan dide. Di sala 1967, 1980 û 1981'ê û salên 70'ê yan li Bakurê Kurdistanê dema şoreşên Kurdî pêş diketin de, li hemberî wan hewldan didan meşandin. Ji xwe pêş demekê PKK'ê bi xwe jî diyar kir PDK'ê li rex dewleta Tirk çend caran hewl daye êrîş bike ser wan.”

(sk)