Xerîb: Divê derfet were dayîn Şengal bixwe xwe birêve bibe

Diyar Xerîb-Di van rojên dawiyê de Mehma Xelîl ku ji aliyê PDK’ê ve di encama li hevkirina bi Asil Nûceyfî re weke qeymeqamê yasayî hatibû diyarkirin, bêyku îradeya gelê Şengalê û aliyên din esas bigire, berê xwe da Şengalê. Tişta balkêş jî ew bû gelê Şengalê bi rêya çalakiyên demokratîk nehiştin Mehma Xelîl û şandeya li gel wî bikevin Şengalê. Her wiha gelê Şengalê vegera Mehma Xelîl û ew şandeya li gel wî ku PDK’ê wana erkdar kiriye û meclîsa parêzgeha Neynewa jî erê kiriye, red kir.


Gelê Şengalê ew kes û aliyên ku di dema teng de wan terk kirine û wan radestê DAIŞ kirine, qebûl nakin. Xelkê Şengalê dibêjin, ev 4 sale em bixwe xwe birêve dibin û diparêzin. Di vê demê de ne Mehma Xelîl, ne PDK û ne jî meclîsa parêzgeha Neynewa tiştek ji bo Şengal û gelê wê nekiriye. Dibêjin niha ku metirsî li ser Şengalê kêm bûye, êdî pêwîstiya me bi wan nîne, em bixwe dikarin xwe birêve bibin û vê daxwaza xwe jî gihande aliyên pêwendîdar yên Iraqê.  

Berpirs û ragihandinên ser bi PDK’ê piştî van bûyeran rasterast PKK’ê ji vê helwesta gelê Şengalê berpirsyar girt û gunehbar kir ku rê nedane ev îrade vegere Şengalê. Her bi vêya jî sînodar neman û îdakirin ku PKK û Heşdî Şebî bihevre Şengalê birêve dibin. Bi vî awayî carekî din Şengal kirin hedefa dewleta Tirk û bi awayeke ne rasterast vê peyamê dan Tirkiye ku êrîşî Şengalê bikin. Lê têzanîn ku PKK ev zêdeyî 6 mehe hêzên xwe ji Şengalê kişandiye. Niha Meclîsa Rêveberiya Xweser ku di sala 2015’an de ji aliyê gel ve hate damezrandin, Şengalê birêve dibe. Yên Şengalê diparêzin jî YBŞ û YJŞ’ye. Ev herdu hêz jî piştî ku PDK di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de Şengalê terk kir, damezrandina xwe ragihandin. Ev hêz jî ji keç û xortên Êzidî, ji civaka Êzidî pêktê. PDK, Tirkiye û hikûmeta Iraqê jî vê rastiyê dizane. Tişta balkêş ewe, cihê ku berpirsên PDK’ê û ragihandina wan rêz bidin vê îradeyê ku di dema teng a berxwedana Şengalê de çêbûne ku di wê demê valatiya rêveberî û ewlekariyê hebû, çima dijberiya wê dikin. Çima li dewsa ku spasî û destxweşî li PKK’ê bikin ku di mijara parastin û xwebirêveberî de hevkarî li gel gelê Şengalê kiriye, diçin gunehbar dikin û dijberiya wê dikin? Em dikarin vê pirsê jî bikin ku gelo di sala 2003 heya 2014’an ku PDK di war^r siyasî û madî de li Şengalê desthilat bû, çima civaka Êzidî baş rêxistin nekir û neparast? Çima di vê dema ku ew li wir desthilatbûn de ku wê demê hêza wan ya siyasî û madî ji ya niha zêdetir, xizmeteke wisa baş  ji bo van herêman nekir û çend projeyên hilberînê pêşnexist? Çima derfetên kar ji bo gelê Êzidî çênekir ku beşeke zêde ya ciwanên Êzidî neçar man ku biçin li derveyî herêmên xwe li kar bigerin? Gelo dema ku niha gel helwest nîşan didin çima ev rastî nayênin bîra xwe? Çima dixwazin rastiyan evqase berovajî bikin? Gelo mafê gelê Êzidî nîne ku guman li PDK’ê û berpirsên wê bike û wisa bifikirin ku xizmet ji wan re nakin û wana naparêzin!? Peywendiya van mijaran bi PKK’ê re nîne, dibe ku peywendiya wê bi pêşeroja gelê Êzidî û helwest û kiryarên PDK’ê ve heye ku dema borî li hember civaka Êzidî kiriye.

Êzidî ji wê ditirsin ku ji ber PDK’ê çarenûsa wan weke ya Kurdên Feylî lê were! Weke din jî mafê vî geliye ku bipirse ka ji bo çi di 3’yê Tebaxa 2014’an de PDK, wan terk kir? Mafê wane bipirsin, çima piştî 16’ê Cotmehê careke din PDK, wan terk kir? Her wiha mafê wane bipirsin, di vê demê ku Heşdî Şebî ewlekariya van herêmên di destê xwede radestê YBŞ û YJŞ dike û hikûmeta Iraqê jî îdareya van herêman bi awayeke fermî û pratîkî nas dike û wisa nêz dibe, çima PDK bi rêya meclîsa parêzgeha Neynewa ve dixwaze dest deyne ser herêmê? Gelê Şengalê dikarin bipirsin gelo ew meclîsa parêzgeha Neynawa çiqas rewatiya wê heye ku biryar li ser rewatiya îdareya Şengalê bide? Lê gelê Şengalê dibêjin, meclîsa Neynewa berê ti tiştek ji bo Şengalê nekiriye û niha jî nikare tiştek ji bo Şengalê bike û dema wê jî bi dawî hatiye.

Di heman demê de eger PDK dixwaze gelê Êzidî wê efû bike, pêwîste kêmaniyên xwe bibîne, ew berpirsên ku diber radestkirina Şengalê de berpirsin diyar bikin û wana bide dadgehê. Her wisa divê ew gelê Êzidî yên dibin desthilatiya wan de ye serbest bihêlin ku vegerin herêmên xwe. Eger gavên wisan biavêjin dibe ku dilê gelê Êzidî hinek rehet bikin. Eger wisa nebe wê berovajiyê wê zêdetir gelê Êzidî bêzar bikin û bibe sedem ku Kurdên Êzidî zêdetir ji Kurdên Mûsilman dûr bikevin. Wê demê berpirsê rewşeke wisa jî PDK û berpirsên wêne.

Mijara ku PKK’ê jî eleqeder dike, ewe ku diviyabû berpirsên PDK’ê spasiya PKK’ê kiriba ku gelê Êzidî parast û ne hişt berdêleke zêdetir bide. Her wisa divê ev jî ji bîra berpirsên PDK’ê neçe ku di sala 2015’an de gelê Êzidî razî kir ku hêzên PDK’ê vegerin herêmê. Eger ne ji PKK’ê ba bi ti awayî destûr ne dihate dayîn ku hêzên PDK’ê vegerin herêmê. Ev helweste netewî bû. Eger niha jî hêzên PKK’ê li Şengal baya dibe ku hêsankarî ji bo PDK’ê çêkiriba, ji bo vegerin herêmê. Lê ji ber gerîla li Şengal nemaye, PKK nikare carekî din vî karî hêsan bike. Ji ber vê divê berpirsên PDK’ê dest ji dijbertî kirina PKK’ê berde û nebin rênîşander ji leşkerên dijmin re!

Ez di dawiyê de vêya dûbare dikim ku helwesta herî baş a di ware mirovahî, netewî, demokratîk, nîştîmanî û qanûnî de ewe ku PDK û hikûmeta Herêmê rêveberiya niha ya Şengalê nas bikin, rêz bidinê û hevkarî li gel bikin. Evê xizmetê ji Şengal, gelê Êzidî, Herêma Kurdistan, netewa Kurd, Iraq û qonaxa avakirinê re bike.

(bz)