'Xwedîderketina li rêveberiyên xweser ji bo me rûmeta herî mezine'

Saziya Perwerdeyê a Wargeha Mexmûr êrîşên çeteyên AKP-Erdogan yên li ser navçeyên Bakûrê Kurdistanê Sûr, Cizirê, Silopî, Nisêbîn û Kerboranê bi daxuyaniyek ya çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de banga xwedî derketina berxwedanê li gelê Kurd û aliyên demokratîk hat kirin.


MEXMÛR / ROJNEWS

Piştî kû çeteyên AKP-Erdogan bi armanca tunekirinê êrîşên hovane bi tank, top, kobrayan û çekên ferdî bir ser taxên, navçeya Amedê Sûr, navçeyên Mêrdîn Nisêbîn û Kerboran û navçeyên Şirnexê Cizirê û Silopî, li seranserê Kurdistan û dervey welat çalakiyên şermezarkirina êrîşan û xwedîderketina berxwedanê çalakî tên kirin. Bi vê boneyê li wargeha Mexmûrê ji aliyê Saziya Perwerde û Hînkariyê ji bo çapemenî û raya giştî ya cîhanê daxuyanî da.

'Li ser rûmetên me êrîş têne kirin'

Daxuyaniya Saziya Perwerde a Wargeha Mexmûre ji aliyê mamosteyê dibistana amadeyî Zubeyîr Yaman ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro li Bakûrê welat li ser gelê me êrîşên bêhempa yên faşîzan têne meşandin. Polîtîkaya bi tenê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, polîtîkaya ji holê rakirina Kurdane. Li navçeyên Kurdnîşîn yên weke Cizîra Botan, Silopî, Sûr, Kerboran û Nisêbînê dewleta dagirker ya Tirk li pêş çavê tevahiya cîhanê êrîşên qirkirinê gîhandiye astekî hovane. Bê kû cûdahiya jin, zarok, kal û pîran bike, bi helikopter, tang û topên artêşa xwe ya dagirker ve bi rengekî rasterast qirkirinê dimeşîne. Dewleta Tirk hûqûqa navnetewî, mafê mirovan ya gerdûnî û pîvanên ehlaqî xistiye bin lingên xwe. Li ser rûmetên me êrîş têne kirin. Goristanên şehîdên me têne bombebarandin, jin û zar têne qetilkirin, termê ciwanên me li pişt panzêran têne girêdan, tecrîda li ser Rêbertiya me her diçe zêdetir tê şidandin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin kû li tevayî cîhanê dibistan saziya perwerde û fêrbûnê ne. Lê dewleta Tirk heta roja me ya îro dibistanên xwe bi armanca bişaftina zarok, çand û zimanê me dihatin bikaranîn û niha jî weke qereqol bikartîne û di wan qereqolan de êrîşên tunekirinê dibin ser gelê me. Herwisa hikûmeta AKP’ê dibêje ‘ezê li şûna bişaftinê vê carê ezê weke fêrî mirinê bikim.’

Di berdewama daxuyaniyê de balkêşand ser bombebarana mizgeftan û wiha pêde çû; “Mizgeft li tevahiya cîhanê cihê îhsan ango bexşkirin û kamilkirina îmanêye. Lê îro li van navçeyên me çeteyên dewletê û yên AKP li mizgeftan ji gel re bangawaziya mirinê dikin. Strana ‘ölûrûm Turkiyem’ bi gelê me didin gûhdarîkirin û bang dikin û dibêjin ‘hûnê hêza Tirkan bibinin.’ Rewşa tê jiyîn; bi artêş dagirker û hêza polêsan, bi tang, top û helîkopteran ve daxwaza dagirkirina Kurdistanê û bi darê zorê koçberkirina Kurdane. Di encama êrîşên heya niha de bi sedan zarok, ciwan, jin, mêr, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin. Di dîroka şeran de jî eşkereye kû ger di cihekî de hewildana qirkirinê hebe, bi mîsogerî li wir weke amûra parastinê xendek jî hene û armanc pêşîgirtina qirkirinane. Heya kû êrîşên qirkirina dewletê bidome, wê xendek jî hebûna xwe bidomînin. Ev yek li hemberî êrîşan neçariya xweparastinêye.”

'Dewleta dagirker li hemberî vîna jin, ciwan û zarokên Kurdan têkçûye'

Herwisa di daxuyaniyê de balkêşand ser hilbijartina 7’ê Hezîranê û daxuyakirin kû, Îro li Kurdistanê hikûmeta darbeyê li ser kare. Hikûmeta darbekar ya AKP’ê li pey tola hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarêye. AKP di berdêla her dengekî kû ji bo HDP’ê , ji bo azadî û ji bo biratî hatî bikaranîn de canê Kurdekî dixwaze û wiha hat domandin; “Lê di gel bi karanîna hemû cûre hovîtiyan û qedexeya derketina li kolanan jî, Kurdistanî bi vîna xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi wêrekî û hêrsa xwe li qadane, li kolanane. Ev yek nîşaneya vê yekêye kû îro li Bakûr dewleta dagirker li hemberî vîna jin, ciwan û zarokên Kurdan têkçûye. Dewletê heya niha nedikarî bi qetlîam û koçberiyên bi darê zorê vîna Kurdan bişkîne, wê ji niha û şûnve jî nikaribe. Kurd di encama tekoşîna çil salan de hîn zêdetir bi rêxistinkirî û bi hêzin. Yê kû tirsa mirinê dijî, ne Kurd, dewleta Tirk bi xwe ye. Lewma ewqas dirindeye, lewma hewqasî hove. Niha li kolanên Bakûrê Kurdistanê şîara; ‘Emê bi berxwedanê bi serbikevin’ bilind dibe. Ev, vîna berxwedana Kurdê tekoşere. Kurdan bi isarara xwe ya tekoşînê mirin bi binxistine.”

'Îro roj roja berxwedana parastina rûmetêye'

Di daxuyaniyê de hat gotin kû, Li Kurdistanê êdî li derveyî parastin, xwedî lê derketin û pêşxistina rêveberiya xweser, tu rêkekî din nemaye. Ti Kurdekî bi şeref nabe ji niha û şûnve pêşeroja xwe li wijdana dewletê bihêle. Jiber kû li Kurdistanê îro roj roja berxwedana parastina rûmetêye. Roja xwedî lê derketina nirxên xwe ye. Tu riyekî din ya jiyanekî bi şeref û azad tûneye. Lewra bijareya rêveberiya xweser mafekî demokratîke û emê xwedî li vê mafê xwe derbikevin.”

'Bêdengiya we hêzê dide polîtîkayên dagirker'

Saziya Perwerde û Hînkariya Mexmûrê di daxuyaniyê de guh da Înîsîyatîfa Gel ya Botanê kû banga tekoşînê ji bo tevayî gelê Kurd kir û wiha got: “Me weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û Saziya Perwerde û Hînkariya wargehê, bi hemû mamoste û xwendekaran ve guh da bangawaziya Înîsîyatîfa Gel ya Botanê, kû banga tekoşînê ji bo tevahiya gelê Kurd dike. Emê weke heta niha, ji niha û şûnve jî di berxwedana bê hempa ya gelê xwe de li cem gelê xwe yê berxwedêr bîn. Jiber em vê yekê bi mîsogerî dizanin kû yên di riya azadiyê de tênekoşin, mehkûmê binketinêne. Em vê berxwedan û biryardariyê bi baweriya xwe ya pêşeroja azad silav dikin. Herwisa em bang li tevahî cîhan û derdorên demokratîk jî dikin û dibêjin; li ser gelê me şerekî faşîzan tê birêvebirin. Bêdengiya we hêzê dide polîtîkayên dagirker. Lewra divê her kesekî kû xwe demokrat û pêşverû bi navdike, divê cihê xwe di eniya berxwedêriya mafdar de bigre.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin kû, dayikên me li kolanên Cizîrê bê navber bang dikin û bi dengekî bilind dibêjîn ‘Bijî Berxwedana Cizîrê’, lewra em jî bi sedan mamoste, bi hezaran xwendekar û tevahiya gelê wargeha Mexmûrê dibêjîn ‘Bijî Berxwedana Cizîrê, Silopî, Sûr, Nisêbîn û Kerboranê.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê nêzî sê hezar xwendekaran bi denge bilind sîrûda netewî ‘Ey Reqîp’ xwendin.

(wd-ma/ab)