'Yê têkeve nava silopiya, wê nikaribe ji nav derkeve'


NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona YDG-H a Silopiyayê da xuyakirin, ku eger êrîş dewam bikin, ew ê çalakiyên bersivdayînê qat bi qat zêde bike. Koordînasyonê bang li ciwanan kir, ku tevlî nava refên têkoşîna wan bibin.

Koordînasyona YDG-H a Silopiyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên dewletê ev pênc meh in li Silopiya Cizîr, Sûr, Gimgim, Gever û Kerboranê bi tankan daketine nava bajaran û mirovan qetil dikin û hat gotin, "Herî dawî bi meha Kanûnê re ber bi Silopiya û Cizîrê ve veguhastineke mezin a leşkerî hat kirin. Yên hatin veguhastin çeteyên Erdogan ên ji endamên DAIŞ'ê yên ji Çeçenîstanê hatin û li Rojava li hemberî Kurdan têk çûn, pêk tên. Hemû polîsên tevgear taybet, jenderme, JÎTEM, hêzên taybet û hemû hêzên qetlîamker ên li Tirkiyeyê li vir civandin. Li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê di êvara 14'ê Kanûnê saet di 23:00 û pê ve derketina derve hat qedexekirin. Ev êrîş yekser ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî Hûlûsî Akar, hemû fermandarên hêzên bejahî, hewayî û deryayî ve tên koordînekirin. Bi tenê li Silopiya û Cizîrê 64 serheng di nava van êrîşan de cih digirin."

'Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê parastinê bikin'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em neçar man li hemberî hikûmeta AKP'ê û artêşa wê çekan rakin" û ev xal hat destnîşankirin: "Êdî li Kurdistanê em ê li dijî komkujiyan li ber xwe bidin. Dewleta AKP'ê em neçarî vê kir. 12 roj in li Silopiyayê 12 welatiyên me şehîd ketin. Weke YDG-H me li dijî komkujiyan li ber xwe dan û ji niha û pê ve jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Em niha kadroyên xwe yên YDG-H bi zehmetî disekinînin. Dixwazin biçin herêmên çeteyên AKP'ê lê ne û li wan deran çalakiyên fedaî pêk bînin. Û em van kadroyên xwe bi zehmetî radiwestînin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di çalakiyên me de, 1 jê serhengê vî şerî koordîne dike 30 sekvan, 70 leşker û polîsên tevgera taybet, 6 cerdevan û 11 çeteyên ku em di wê baweriyê de ne çeteyên DAIŞ'ê ne yên bi tîmên taybet re tevdigerin, hatine kuştin. Her wiha di êrîşên li hemberî gelê me de, 5 tank, 3 maşînên zirxî yên bi tîpa kobra, 1 maşîna doçka ZBT, 6 drone yên ekşfê û 1 pêgereke hewayî ya bê mirov a keşfê ya bi tîpa bayraktar, hatin îmhakirin.

Di topbaran û êrîşên çekên giran ên li hemberî gelê me de zêdeyî 20 welatiyên me birîndar bûn, ji ber krîza dil Hueyîn guzel, Suleyman Çoban, Yûsûf Aybî, ji ber êrîşa bi topan û sekvanan Îbreahîm Bîlgîn, Taybet Înan, Yûsûf Înan, Şiyar Ozdek, Axîn Kanat, Reşît Eren, Ayşe Bûrûntekîn û Mehmet Mete yê 11 salî gihîştin şehadetê. Li taxên Cûdî, Nûh û Başakê, em bi fikar in ku di binê xaniyên ji ber topan hilweşiya ne, welatiyên me hebin. û em nikarin xwe bigihînin cenazeyên wan."

'Yê têkeve nava silopiya, wê nikaribe ji nav derkeve!'

Koordînasyona YDG-H ya Silopiyayê got, "Em bi awayekî vekirî dewletê hişyar dikin" û wiha dewam kir: "Eger êrîş dewam bikin, çalakiyên me yên bersivdayînê wê qat bi qat zêde bibin. Bajarê Silopiya wê li çeteyên AKP'ê bibe goristan. Kî ji bo qetilkirina gelê me têkeve nava Silopiyayê, wê nikaribe ji nav derkeve. Ji ber ku êrîşên tên kirin ne êrîşên 'terorê' ne, êrîşên etnîkî ne. Vediguhere şerê navbera gelên Kurd û Tirk. Heta niha Kurd û Tirk mîna goşt û neynûkê bi hev dijiyan. Lê belê neynûk birîndar bû. Eger bi vê birînê re neynûk bikeve, wê têkoşîna me heta ku çeteyên mêtînger ji xaka Kurdistanê bê derxistin, bidome."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin hat kirin ku li hemberî êrîşan helwestê nîşan bidin û bang li ciwanan jî hat kirin ku tevlî nava refên YDG-H'ê bibin.