Yekta Eren: Çima kuştina berpirsekî MÎT’ê evqas PDK’ê ne rehet kir?

Nivîskarê Rojnameya Ozgur Polîtîkayê H. Yekta Eren li ser kuştina berpirsê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê û hêrsa PDK’ê ya li hember kuştina Osman Kose nivîsî.


Osman Koseyê berpirsê MÎT’ê ku li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê kar dikir, di encama êrîşêke ciwanên welatparêz yên Kurd de mir.

Dewleta Tirk ji Teşkîlatê Mahsûsa heya MÎT’ê hertimî qirkirina Kurdan û gelên din hedef girtiye. Dema encam negirtiye jî bi operasyonên qirêj yên îstîxbarî hewl daye encam bigire.

Di demeke ne dûr de Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Sakîne Cansiz, endamê Konseya Rêvber a KCK’ê Zekî Şengalî û herî dawî jî endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê konseya serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb ku gelek şehîdên wan ên Enfalê heye û beşeke mezin a jiyana xwe daye têkoşîna yekîtiya netewî, MÎT bi hevkariya nokerên herêmî êrîş kiriye û xwestiye encam bigire.

Li hember vêya komek ciwanên welatparêz li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê berpirsê MÎT’ê Osman Kose li restorantakî Hewlêrê dema di hevdîtinekê de bû kuştin. Osman Koseyê dibin rûpoşa xebatkarekî Konsolosxaneyê û dîplomatbûnê de berê niha 6 mehan di encama erkdarkirineke taybet de derbasê Başûrê Kurdistanê bûye. Bi şêweyeke rastê salvegera mirina Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî were, êrîşeke komplowarî li dijî endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb pêkanî. Weke Ajansa nûçeyan a Al Monîtor û her wiha endamê MÎT’ê Çetîner Çetîn jî gotiye, Osman Kose ne endamê konsolosxaneyê bûye ne jî dîplomat bûye. Ji bo faalîyetên komployê li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê birêve bibe, li Başûrê Kurdistanê di asteke berpirsyariya MÎT’ê de hatiye erkdar kirin. Bi vî awayî derketiye holê ku kesayetekî qirêj bûye.

Rêxistina îstîxbaratê ya welatekî û yanjî elemanekî rêxistina îstîxbaratê eger di nava sînorê welatek din de xebat bimeşîne derqanûniye. Li gorî qanûnên navnetewî eger mûdexeleya karên navxweyî yên welatekî bê kirin di çarçoveya sûç de tê destgirtin. Ji ber vê gelek rêxistinên îstîxbaratê, endamên îstîxbaratê dema li welatên cûda û ji derveyî sînorên xwe tên wezîfedar kirin, weke xebatkarê konsolosxaneyê yanjî bi sifeta dîplomatbûnê tên wezîfedar kirin. Başûrê Kurdistanê ku di encama têkoşîneke mezin û bihezaran şehîdî de hatiye azadkirin, Osman Kose bi rêbazên derqanûnî li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku hatibû wezîfedar kirin, ji aliyê ciwanên welatparêz yên Kurd ve hate bênbandorkirin.

PDK di medyaya xwede mirina endamê MÎT’ê weke êrîşeke terorê binav kir. Ev gotina ‘êrîşa terorê’ jî dide nîşan bê ka PDK çiqas ji mirina endamekî MÎT’ê ne rehet bûye. PDK weke dîrokî jî timî bi îstîxbarata Tirk re xwedî peywendiyên xurt  bûye. Gotinên ku Medyaya şerê taybet a Tirk jî jê direve bêje, medyaya PDK’ê di dayîna vê bûyerê de bikaraniye û li dijî welatparêzên Kurd mîna operasyonên Îsraîlî li dijî Filîstiniyan dide meşandin, pêleke operasyonê daye destpêkirin. Di encama êşkenceyên zalimane de ciwanên Kurd neçarê îtîrafan kirine. Bi vî awayî ciwanên Kurd û welatparêzen Kurd bi rêya medyaya xwe teşhîr kiriye. Her wiha bi vêya re jî sînordar nemaye û di her fersendekî de bang li gel kiriye ku ji wan re sîxûriyê bikin. Operasyona girtina ciwanên Kurd bi kamerayên drone daye û weke serkeftineke mezin nîşan daye. Berpirsê MÎT’ê yê Başûr hatiye kuştin, lê PDK vêya dike bahane û hema bêje li dijî tevgera Kurd şer vedike. Ev mijar mijareke divê bêlêpirsîn kirine.

De başe mirov neçar dimîne vê pirsê bike. PDK çima evqase ji mirina berpirsekî MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê ku li dijî rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê planên sûîkastê dike, evqas ne rehet bûye? Tenê ger hebûna xwe bi hebûna wî ve girêdabe û bi wê pêkhateyê re di nava xebatên qirêj de be, ji nebûn û mirina wan evqas ne rehet dibe.  

Ji mirina rêberê PDK-Î Ehmed Tofîq û Silêman Moînî, pêşengê Tevgera Şoreşa Başûrê Kurdistanê Elî Eskerî û hevalên wî, Seîd Elî û Seît Kırmızıtoprak ku bi komployê hatin kuştin, heya komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kuştina endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Hemîd Avci, Şahîn Kilavûz û şehîdbûna hevalên wî ya di çemê Hêzilê de, heya peywendiyên li gel kontrayê Jîtemê Abdulkadîr Aygan PDK bi dijminên Kurdan û îstîxbarata Tirk re li dijî rêberên Kurd timî îmze avêtiye bin gelek operasyonan. Şahadeta Hemît Avci dide nîşan ku peywendiyên PDK’ê yên li gel dewleta Tirk ta çi astek qirêje. Avciyê ji navçeya Gercûşa Batmanê bû, di nava rêxistina mamosteyan a TÖB-Der de xebat dimeşand bi Apogeran re naskrin xwe çêdibe û tevlî qadên germ yên têkoşînê dibe. Dema endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê ye di encama îstîxbarata Tirkiyê de dikeve kemîna pêşmergeyên PDK’ê. Hamîd Avci serê wî bi awayeke hovane ji aliyê pêşergeyên PDK’ê ve tê jê kirin. Pêşmergeyên PDK’ê, serê Hemît Avciyê jêkirî li beramber mîktarekî pere de didin hêzên Trik. PDK ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rola hespê trûva lîstiye, timî di dîrokê de piştgiriya dijminên Kurd û Kurdistanê girtiye û pêwendiyên kur çêkiriye. Ji ber vê çendêye PDK, ji mirina berpirsê MÎT’ê yê li Hewlêrê ku ji aliyê ciwanên Kurd ve hate kuştin, evqase ne rehet e.

Dema roja wê hat dê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li bin parka Azadî ya jêr keleya mezin a Hewlêrê ku di encama têkoşîneke mezin û xwîna bihezaran şehîdên enfal û Helebce de çêbûye ji ber xiyaneta li nirxên Kurdistanî di dadgeha gel de hatin darizandin, ezê piştî salan bêjim min tiştek wisa nivîsîbû. Lê dilê min dibêje bila ti Kurdek nekeve nava pratîkeke wisa ku rûberûyê rewşeke vî awayî were. Ji bo rewşeke wisa trajîk neyê jiyankirin jî divê PDK û Barzaniyên ciwan helwest li dijî ew dewleta ceberût ya kalkê wan Abdulselam Barzanî bi awayeke hovane darvekirine, bihezaran Kurdî bi awayeke bêrehm qetilkirine, bigirin. Divê dibin sêwana kongreya netewî de ji bo Kurdisatnê û şehîdên wê yên ezîz ku xeyala wan Kurdistaneke azad bû, li çar parçeyên Kurdistanê xizmetê bikin, neyên lîstokên Alî Cengîz yê neviyên Osmaniyan.