ÇAND Û HUNER

Hemû Nûçe

  • Pîşeyê çêkirina zînan li Silêmanî berbi tunebûnê ve diçe 

    Dikandarên li bazara Zîn çêkeran a bajarê Silêmanî destnîşan kirin ku niha ji pîşeyê zîn çêkirinê (zînê hespan) tenê nav maye. Herwiha diyar kirin ku niha li cihê zînan kelûpelên amade ku ji derve tên Kurdistanê bi kartînin û difiroşin. Hostayên zîn çêkirinê gotin: "Sedemê nemana vî pîşeyî, ji ber pêşkeftina şaristanyet û giringî pêndana hikûmetê ya ji bo berhemên navxweyî ye."
  • Hore yek ji hûnera Folklorî ya çanda Kurdewariye 

    Hore (dengbêjî) yek jî hûnera folklorî ya çanda Kurdewariyê ye. Lê niha hûnera Hore her ku diçe kêm dibe û berbi tûnebûnê ve diçe. Hunermend horeyê weke pêşbaziyekî ya dengbêjiyê li beramberî hev bikar tînin. Berovajî wê Hore bi stran, dengbêjiyê û mûzîkê hîn bi watedar û xweştir dibe.
  • Ciwanê Kerkûkî bi berhemên kevnar karê hûnerî dike 

    Li bajarê Kerkûkê ciwanê bi navê Hawta Kawe karê ciwankariya (Estetîk) peykera dike. Hawta Kawe diyar kir ku di despêkê de kesê peyker ji wî ne dikirî. Lê niha ji hemu Iraq û Herêma Kurdistanê ew sparîşan digre û peykeran çêdike.
  • Xelatên Festîvala Gelawêj hatin dayîn 

    22'emîn Festîvala Gelawêj a li Silêmanî bi dawî hat. Festîvala ku sê rojan domand, di dawiya festîvalê de merasîma xelat dayînê hate lidarxistin û xelat bi ser yekem, duwem û sêyeman de hate dabeş kirin.
  • 22. Festîvala Gelawêj destpê kir 

    Li Silêmaniyê 22. Festîvala Gelawêj destpêk kir û wê sê rojan berdewam bike.
  • Li Kelarê şanoya 'Kursî dîn bûn' hate pêşkêş kirin 

    Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyan Koma Şano ya Sîrwan şanoya bi navê 'Kursî şêtbûn' (Kursî dîn bûn) hate pêşkêşkirin. Di dema nîşandana şanoyê de gelek welatî amade bûn.
  • Li Kerkûkê festîvala jiyana heveş 

    Serokatiya zanîngeha Kerkûkê bi armanca girîngîdayîna jiyana hevbeş, festîvalek lidarxist.
  • Bi ta û bizmarê tabloyên balkêş çêdike 

    Jina bi navê Guna Osman ku xelkê Silêmani ye, bi şêwazek cûda ku ta û bizmar bi kartîne tabloyên balkêş çêdike. Ji vî hunerî re tê gotin String Art, bi rêya firotina van tabloyan debara jiyana xwe dike. Guna Osman li ser karê xwe got: "Hinek caran ji bo çêkirina tabloyek 15 rojan ez pêre mijûl dibim. Tenê di wêneyek de zêdetirî 2 hezar bizmar bi kartînim."
  • Keç û dayîk çand û hunera Kurdî wiha nemir dikin 

    Li bajarê Silêmaniyê dayîk û keça wê mala xwe kirin navenda Folklor û stranên Kurdewarî. Ev yek ji taybetmendî û xweşiktiyek cûda daye mala wana.
  • Li Kelarê şanoyek li ser enfalê hate pêşkêş kirin 

    Bi boneya 31'emîn salvegera enfalkirina gelê Başûrê Kudistanê li navçeya Kelar a navenda îdara Gemiyanê di merasîmekî bîranînê de şanoya bi navê 'Jiyana ladê' ku naveroka wê li ser çîrokên enfalê bû hate nîşandan.
  • 'Helbestên min welatê min îfade dike' 

    Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Ciwanê  bi navê Hewar Tunç yê ku ji Bakur penaberî Başûrê Kurdistanê bûye, evîna welatê xwe bi helbestên xwe yên ku di dilê xwe de veşartî îfade dike û diyar kir ku helbestên wî welatê wî îfade dike.
  • Li Gulale yekem festîvala xwendinê hat li darxistin 

    Li bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqînê yekemîn festîvala xwendinê hate li darxistin. Armanca festîvalê jî ji bo hîn zêdetir giringî bi huner û hevre jiyanê were dayîn bû.
  • Li Silêmanî ji bo alîkariya Loristanê konserek hate dayîn 

    Koma muzîkê ya Lor bi beşdarbûna çend hunermendek yên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî konsertek bi armanca alîkariya bi mexdûrên lêhiya li Loristana Rojhilatê Kurdistanê re li darxistin.
  • Helbestvan Mihemed Pakij semînerek da 

    Helbestvan Mihemed Bekir bi nasnav Mihemed Pakij di semînerek bi navnîşana 'Werza pêncem a xiyalan' de hinek ji helbest û qesîdeyên xwe ku heya niha ne gotibû ji beşdarvanan re xwend.
  • 'Pêwîste jin xwedî li govendên Kurdewarî derbikevin' 

    Govend û şahiyên gelê Kurd heya roja meya îro jî hebûna xwe parastîne. Lê her ku diçe hêjmara komên govendê yên ku bi awayekî pispar dileyîzin kêm dibe. Endamên koma govenda Estêrk bang li hemû jinan kirin daku çand û govenda Kurdî biparêzin.
  • Weşandina rêzefilmên biyanî pêşî li filmên Kurdî digire 

     Derhênerên Kurd eşkere kirin ku li kanalên Kurdî de weşandina rêze filmên dublajkirî yên biyanî pêşî li çêkirina filmên Kurdî girtiye û gotin; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsare û ti sansûrek nîne ji bo weşandina rêzefilmên biyanî. Vê jî wisa kiriye ku çêkirina filmên Kurdî rawestin".
  • Li Zanîngeha Germiyan şanoya li ser enfalê 

    Li Zanîngeha Germiyanê bi boneya salvegera enfala li ser Kurdan şanoyek li ser enfalê hate lîstin. Gelek xwendekaran temaşe kir.
  • Mihemed Pîr 40 sale karê çêkirina mekîneyan dike 

    Yek ji dikanên diyar yên nava navçeya Kelar a ser bi Germiyanê dikana husta Mihemed Pîr Welî û kurê wî ye. Ev 40 sale dikana Mihemed Pîr ya çêkirina mekîneyên terziyê nehatiye guhertin û hertim li cihê xwe ye. Dikan bi xwe gelek biçûke, lê gelek bi nav û denge.
  • Bi boneya rûxîna rejîma Seddam çend çalakî 

    Li Helebce bi boneya 16 rûxîna rejîma Baas a Seddam Hisên çend çalakiyên hunerî û rewşenbîrî pêk hatin.
  • Leyla Guven hate xelatkirin 

    Di 19'emîn dabeşkirina xelatên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed de Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 152 roje li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye hate xelat kirin.
  • Li Hewlêr festîvala pêşxistina çandiniyê 

    Li Peymangeha Teknîkî ya bajarokê Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê festîvalek ji bo pêşxistina sektora çandinî bi awayekî zanistî û pratîkî hate li darxistin.
  • Hîn jî mala Mukiryanî nehatiye nû kirin 

    Mala Husên Mukiryanî li navçeya Rewandize û li benda restore kirinê ye. Xelkê Rewandizê diyar dikin ku hikumet soz daye mala Husên Mukiryanî nû bikin, lê heya niha tiştek nekiriye. Nivîskarên navçeyê jî bang li dîroknas û nivîskaran kirin, daku ji bo mala Mukiryanî bibe navenda rewşenbiriyê zextê bikin.
  • Li Herêma Kurdistan tenê 4 salonên sînemayê hene 

    Şêniya Herêma Kurdistanê zêdetirî 5 milyon mirove, lê li Herêma Kurdistan tenê 4 salonên sînemayê hene. Berpirsên salonên sînemayê diyar kirin ku  hinek caran tenê kesek tê temaşey filîmek dike, hinek caran jî ji ber nebûna bîneran filîm nayên nîşandan. Sînemakarek jî got; "sînemaya Kurdî di astekî gelek xirap de ye."
  • Festîvala Hebîbe Xatûn a helbest û çîrokan pêk hat 

    3. Festîvala Hebîbe Xatûn a helbest û çîrokan li bajarokê Şarezor bi navnîşana 'Dîdara Reûf Bêgerd ji bo çîrokan û dîdara Letîf Helmet ji bo helbestan' pêk hat.
  • Elî kerîm di 50 salan de 50 berhem afirandin 

     Aktor û şanoger Elî Kerîm 50 sale ximzeta hunera Kurdî dike û weke stêrkekî diyar di nava drama û sînemayê de cihê xwe girtiye. Di nava 50 salan de 50 berhenêb henerî afirandiye.