کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Gulan 20, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

7’emîn salvegera wefata Hesen Sîsawe bi bêdengî derbas bû

  ROJNEWS- HEWLÊR
19/01/2022 - 7:40:18 am
in ÇAND Û HUNER
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

7’emîn salvegera wefeta dengbêj Hesen Sîsawe bi bêdengî derbas bû û ji bo ti merasîmên bîranînê pêk nehatin. Ne Wezareta Reşenbîrî û ne jî hunermendê di koça dawî ya vî dengbêjê mezin de gotinek negot in. Folkorîst Zubêr Balek, Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê rexne kir û diyar kirin ku bi saxî rêzê li hunermendan nagirin, wê çawa mirî li wan bigirin.

Dengbêjê navkiriyê Kurd Hesen Sîsawe gencîneyek a heyranok û lawikên Kurdî bû. Xwedî dengek resen bû. 50 salên xwe ji bo hunera resen a Kurdî veqetand. Bi taybet heyranok û lawik digotin. Di sala 1926’an de li gundê Arî Sîrek a deşta Hewlêrê ji dayik bûbû. Piraniya temenê xwe li Hewlêrê derbas kir û nezewiciye.

Bi sedan berhemên Sîsawe yên di warê heyranok û lawikan de heye û hinek berhemên wî hîn nehatine parvekirin. Ji ber ku hemû berhemên wî nehatine komkirin, nayê zanîn bi giştî çend berhemên hunerî heye. Arşîva vî ya hunerî jî li ber têkçûnê ye.

Hesen Sîsawe di temenê 14 salî de dest bi gotina heyranok û lawikên Kurdî kiriye. Di sala 1955’an de yekem berhema xwe li Radyoya Bexda tomar kiriye. Piştî belavbûna vê berhemê zêdetir tê naskirin.

Tevî ku Hesen Sîsawe nexwendîbû jî lê di gelek waran de xwedî agahî bû û pisporiya wî hebû. Beşek ji çîrokên rasteqîn ên jiyana civaka Kurd dizanî û beşek jî çîrokên efsanewî dizanî. Herwiha gelek heyranok û lawik jî dizanî.

Hesen Sîsawe di sala 2004’an de tûşî qezaya trafîkê dibe. Bandoriya qezayê û derbasbûna temen wiha dike ku ji dengbêjiyê dûr bike. Di 10’ê Çileya 2015’an de li bajaroka Basirme ya serbi navçeya Şeqlewa ya Hewlêrê koça dawî kir û ji hunera Kurdî xatir dixwaze.

Xwarzayê Sîsawe ku di dawiya temenê xwe li gel wî bû,  Mihemed Xedir bi xemgîniyek mezin got: “Heta Sîsawe li jiyanê bû, gelek kes dihatin serdana wî. Lê, piştî mirina wî hem mala me û hem jî gora wî kes serdan nakin.”

Mihemed Xedir daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî kir ku arşiv û berhemên Sîsawe biparêze û wiha domand: “Hevalek Hesen Sîsawe 13 kasêtên wî li gel in. Heta niha nehatine belav kirin. Kenalên ragihandinê jî girîngiyê nadin heranokan. Hunermendên din jî kêm dibêjin. Tenê ji bo Sîsawe peykerek hatiye çêkirin. Holek jî bi navê wî vekirine. Gora wî jî ji ya kesên din ne cudatire.”

Pêşkêşkar û Folkorîst Zubêr Balek got: “Bi zindî rêz li hunermendan nagirin, vêça wê çawa mirî rêz lê bînin. Kes nabe Hesen Sîsawe. Ji ber ku li sînorê coxrafya xwe de, di dema berê xwe de, di dema xwe de û piştî xwe ti kes weke wî nebû û wê nebin jî. Sedema vê jî ewe ku Hesen Sîsawe bi xwe xwe çêkirîbû û afirandîbû. Wezareta Rewşenbîrî di warê rêzgirtin û xizmeta ji bo hunerê de eger kêm nekirîbe zêde nekiriye. Eger xerab nekirîbe çênekiriye. Dibe ku bi saya Wezareta Rewşenbîrî hemû xweşikbûnên hene tine bibin.”

Hesen Sîsawe di 10’ê Çileya 2015’an de di temenê 89 saliyê de koça dawî kir. Ji destdana wî valekiyek mezin di heyranok û lawikên Kurdî de çêbû.

(ab)

 

Nûçeya berê

Ji bo xelkê resen ê Efrînê vegere ser warê xwe banga yek helwestiyê kir

Nûçeya pişt re

Komîsyona Mafê Mirovan: Em nikarin aqûbeta herdu ciwanên Biradost bişopînîn

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

Gulan 15, 2022
Li ser Gola Fêlaw pêşangeha wêneyan

Li ser Gola Fêlaw pêşangeha wêneyan

Gulan 13, 2022

Orkestraya Zanîngeha Selaheddîn festîvala xwe ya salane lidar xist

Dengê diyar ê xwepêşandanan bi helbestekê li dijî êrişên Tirkiyeyê helwesta xwe diyar kir

Li Soran pêşangeha hunerî

Pirtûkek 400 salî di pirtûkxaneya Kurdî de ye

Nûçeya pişt re
Komîsyona Mafê Mirovan: Em nikarin aqûbeta herdu ciwanên Biradost bişopînîn

Komîsyona Mafê Mirovan: Em nikarin aqûbeta herdu ciwanên Biradost bişopînîn

Yên Li Pêş

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

Gulan 19, 2022

Hevserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb  diyar kir ku Zekî Çelebî têkoşer û...

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Gulan 19, 2022

Piştî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî hat qetilkirin, kesayet û aliyên siyasî ji bo sersaxiyê serdana malbata wî...

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Gulan 19, 2022

Malbata Zekî Mihemed Çelebî ku li Silêmaniyê hate qetilkirin ji bo cenazeyê wî derbasî Bakurê Kurdistanê bikin amadekariyan dike. Niha...

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

Gulan 20, 2022

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi beşdariya hemû endaman destpêkir. Di...

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

Gulan 19, 2022

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan  ên ku di navbera 12-17’ê Gulanê de li dar xistin de, 4 leşkerên...

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Gulan 20, 2022

Endamekî Serkirdayetiya YNK’ê serdana malbata Mihemed Zekî Çelebî ku di êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê hate qetilkirin kir û ji...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist