Balafirên şer ên Tirk wargeha Mexmûrê bombe kirin-HATE NÛ KIRIN

Balafirên şer ên Tirk ên dagirker di saet derdorî 12:10’ê şevê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombe kir..


Balafirên şer ên Tirk a dagirker di seat derdorî 12:10’ê şevê de, bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî barand.

Li gel balafirên şer balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan. Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin balafirên şer herêmên sivîlan bombe kirine. Ji wêneyên hatine kişandin jî tê fêm kirin ku herêmên sivîl bûne armanc.  

Têkildarî zirer û ziyanên giyanî û madî ti zanyariyeke zelal bidest neket.

13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk bombe li Penaberên Mexmûrê barandibû û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.

6'ê Kanûna 2017’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd ketibûn.