Bernameya îro ya Festîvala Filman a Silêmaniyê

Çaremîn Festîvala Filmên Navnetewî ya Silêmaniyê ku duh li Telarî Hunerî ya bajarê Silêmaniyê destpêkiribû di roja duyemîn de berdewam dike.  Wê îro 33 kurtefilm û 14 filmên dirêj yên welatên cîhanê werin pêşandan. Ji vane 13 ji Kurdistanê ne. Herwiha wê  der barê guhertina avhewayê de jî panelek were lidarxistin.


Çaremîn Festîvala Filmên Navnetewî ya Silêmaniyê duh êvarî  li Telarî Hunerî ya bajarê Silêmaniyê bi pêşandana filmê 'Xwişkên şer' destpê kir.  Gelek hunermend û sînemakarên ji cîhanê û Kurdistanê beşdar bûn.

Wê festîval nêzî hefteyekê berdewam bike û ji 79 welatan 134 film  beşdar bûne.  Ji van filman 44 film ên Kurdî ne.

Di roja duyemîn de, 33 kurtefilim û 14 filmên dirêj ên ji welatan cuda werin pêşandan. Ji vane 13 film kurdî ne. Pêşandana filman saet di 15.00'an de destpê dike. Li hola Sîtî Sînema û Sîne Salim yên Silêmaniyê film tên pêşandan.

Herwiha di çarçoveya festîvalê de îro wê li panelek têkildarî guhertinên avhewaya û parvekirina parastina jîngehê bi navê 'Kansera erdê' li Otela Şarê Ciwan a Silêmaniyê were organîze kirin.  Wê panel di saet 10.30'an de destpê bike.

(ab)