کوردی
العربية
Arşîv
În, Avrêl 16, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Bi kaşûnbaziyê dikarin berê geştiyaran bidin Balekayetî’

  News Roj
01/03/2021 - 7:20:46 am
in ÇAND Û HUNER
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

BALEKAYETÎ

Devera Balekayetî ji ber xwezaya xwe ya ku gelek çiyayên wê yên bilind hene, berfek zêde lê dibare. Ji ber vê taybetmendiya deverê her sal bi sedan werzîşvan, çiyager, kaşûnbaz û geştyar berê xwe didin deverê. Komek ciwanên Balekayetî jî ev 7 sal in li deverê lîstika kaşûnbazî yê lidardixin. Ciwanan diyarkir çiyayên Balekayetî ji bo lîstika kaşûnbaziyê cihek guncawe, lê hatiye paşguh kirin.

Her çiqas lîstika kaşûnbazî wek lîstikek nû li Başûrê Kurdistanê tê dîtin, lê welatiyên devera Balekayetî yên bi temen diyar dikin ku di sala 1953’an de festivalek mezin a lîstika kaşûnbaziyê li çiyayên Balekayetiyê hat lidarxistin, piştî salek jî heman festival dubare bû. Lê ji wê demê ve êdî berdewam nekir.

Ji sala 2014’an ve komek ciwanên devera Balekayetî ku ji 15 kesan pêktên û di nava wan de 3 jinên ciwan jî hene, navê Koma Kaşûnbazên Çomanê li xwe kirine û her sal di demsala Zivistanê de lîstika kaşûnbaziyê lidardixin.

Ciwanên kaşûnbaz diyarkirin devera wan ji bo lîstika kaşûnbaziyê gelek guncawe, ger hikûmet bibe alîkar wê salane gelek geştiyar berê xwe bidin deverê û ji bo aboriya deverê jî wê sudek xwe ya zêde hebe.

Rêveberê Koma Kaşûnbazên Çomanê Ramyar Ehmed diyarkir ew rojane wek geştekê berê xwe didin deverê û lîstika kaşûnê dikin. Ramyar got; “Ev herêm cihek destdaye ji lîstika kaşûnê re. Welatiyên deverê keyfa wan gelek ji vê lîstikê re tê, lê ji ber nebûna kelûpelan û nebûna ti alîkariyek me nekariye em bi vê lîstikê berê gelek geştiyaran bidin vê deverê.”

Ramyar Ehmed

Ramyar da zanîn ger hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe alîkar û pilanek wan ji bo devera Balekayetî hebe, wê hejmarek zêde ya geştiyarên navxweyî û biyanî berê xwe bidin deverê.

Kaşûnbazê bi navê Rêbaz Reşad jî di derbarê lîstika kaşûnê de got; “Ji beriya lîstika kaşûnê were kirin, cihê wê tê amadekirin, lê ji ber amêrên amadekirina cih nine em nikarin li hemû cihan lîstikê bilîzin. Lê li gorî cihên din ev dever ji bo lîstika kaşûnê cihê herî başe.”

Rêbaz Reşad

Rêbaz diyarkir lîstikvanên wan di dema kaşûnbaziyê de ji ber nebûna derfetan gelek di westin. Her wiha da zanîn ger hikûmet bibe alîkar ew ê bikarin lîstika kaşûnbaziyê pêşxin û deverê bi geştiyaran bidin nasandin.

Li Balekayetî gelek çiyayên bilind ên wek Pirjê, Hesarî Sekran, Berdebûk, Çîxî Derê, Helgurd û Qeredê  hene, ji ber bilindbûna xwe sê demsalên salê berf li ser wan heye û dikarin lîstika kaşûnê li ser bilîzin. Ji bilî Balekayetî çend saleke li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê jî lîstika kaşûnê tê lîstin.

 

1 y 20
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

(kş)

Nûçeya berê

ROJEVA 01.03.2021

Nûçeya pişt re

Destaneke cengaweriyê ya ji Kerkûk dirêjî Agirî û Botanê dibe

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Perde li ser peykerê Prof. Mistefa Zelmî hate rakirin

Perde li ser peykerê Prof. Mistefa Zelmî hate rakirin

Avrêl 15, 2021
Li Başûr karkirina kolektîf hîn jî dewam dike

Li Başûr karkirina kolektîf hîn jî dewam dike

Avrêl 14, 2021

Li ser cadeyê şanoya ‘Em Enfalê ji bîr nekin’ hate nîşandan

Helbestvan Dilzar di temenê 101 salî de koça dawî kir-NÛ BÛ

Li Şengalê wê Cejna Çarşema Serê Salê bi coş were pîrozkirin

Xelkê gundê Tîmarok bi komî sewalên xwe dişûn

Nûçeya pişt re
Destaneke cengaweriyê ya ji Kerkûk dirêjî Agirî û Botanê dibe

Destaneke cengaweriyê ya ji Kerkûk dirêjî Agirî û Botanê dibe

Yên Li Pêş

Pişt perdeya hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên Iraqê

Pişt perdeya hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî li gel aliyên Iraqê

Avrêl 15, 2021

Çavdêrên siyasî di derbarê seredana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê de dibêjin, Barzanî peyamek cûda ya...

Biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk negirtiye

Biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk negirtiye

Avrêl 15, 2021

Emerîka û Iraqê di tora sêyemîn diyaloga stratejîk de li ser hevkariya bi hev re, nehiştina baragehên hêzên biyanî û...

Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Sor

Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Sor

Avrêl 14, 2021

Bi tevlibûna hezaran welatiyên Êzidî pîrozbahiya Cejna Serê Sala Êzidiyan (Çarşema Sor) li Şengalê destpêkir. Ji beriya çend kêliyan pîrozbahiya...

Bi muşekan balefirxana Hewlêr û navendek leşkerên Tirk hate hedef girtin

Bi muşekan balefirxana Hewlêr û navendek leşkerên Tirk hate hedef girtin

Avrêl 15, 2021

Duh bi şev bi balefirên bê mirov li dijî balefirxaneya Hewlêr a navnetewî ku navenda hêzên Amerîka û Hevpeymanan lê...

Li Mexmûrê koma 60’emîn greva birçîbûnê dewir girt

Li Mexmûrê koma 60’emîn greva birçîbûnê dewir girt

Avrêl 15, 2021

Çalakiya greva biçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi koma 60’an di roja 119’ an de...

Li Bexdayê teqîn

Li Bexdayê teqîn

Avrêl 15, 2021

Li rojhilatê Bexdayê teqînek pêkhat, li gor zanyariyên destpêkê kesek jiyana xwe ji destda, 10 kes jî birîndar bûn. Li...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist