Bi piyên xwe hêvî, xweşikbûn û êşên civakê xêz dike

 Hunermend Aras yek ji kêmendame ji destdana herdu destên wî nebûye sedem ku di jiyanê de bêhêvî bibe û nekare asteniyên li pêşiya xwe dest bas bike. Li gorî wî hêvî ji serkeftinê binirxtire. Bi piyên xwe rojene hêvî, xweşikbûn, xem û êşên civakê bi riya tabloyên xwe xêz dike. Herwiha hate niha 5 pêşangeh vekirine.


Aras Osman di sala 1979 ji dayik bûye. Li bajaroka Rizgarî ya Kelarê dijî. Di sala 1991'an de di encama teqînekî herdu destên xwe ji dest da û hinek benda wî jî  birîndar bû.

Aras di temenê zarokatiyê de, ji ber debara malbata xwe bide dest bi şivaniyê dike. Lewma heta refa 5'an a dibistana seretayî dixwîne û nekariya xwendina xwe temam bike. Lê weke ew bi xwe qal dike, ji zarokatî ve meyla wî li hunerê heye, lê derfet, dem û rewşê rê pê nedaye di destpêka jiyana xwe de dest bi hunerê bike.

Aras Îsmaîl têkildarî destpêkirin û xwesteka we ya ji bo hunerê wiha qal dike; " Piştî bûyera bi serê min hat, bi aweyekê ji jiyanê bêhevî bûm ku careke din jiyan ji bo min nevegere. Lê di sala 1999'an de ji bo çareseriyê ez çûm nexweşxaneya Îmêrcênsî ya li Silêmaniyê. Li wir min bijîşkekî beşa çareseriya xwezayî nas kir. Ji min re got, çima girîngiyê nadî hunerek ku jê hez dikî û berfireh nakî? min got, ez nizanim."

Aras Îsmaîl wiha domand; "Bijîşk daxwaz ji min kir ku careke din baweriyê bi xwe bînim. Got, di serî xwe fêr bibe ku bi piyanên xwe xwarinê bixe. Hinek kar û pêwîstiyên sereke pêk bîne. Weke niha li ber çavê min pênûs û qaxez anî û got; dixwazim fêr bikim, çawa bi piyên xwe wêneya çêbikî û pêwîstî bi ti kesê nemînî. Piştî hingê hêdî hêdî bi piyên xwe min dest bi xetkêşanê kir. Heta ku min karî bi piyên xwe wêneyan çêbikin. Roj bi roj karên min serkeftîr dibû."

'Niha ez gelek dilxweş im'

Aras Îsmaîl diyar kir ku hewldanên wî yên berdewam wiha kir ku bikare wêneyan çêbike û wiha domand.; "Min tabloyên rengareng çêkirin. Heta niha min 5 pêşangeh vekirine. Hemû tabloyên xwedî watene. Herwiha hêvî, hez û jiyan ji bo min vegeriya. Niha ez gelek dilxweş im û ji jiyanê bi hêvî me. Hêvî û xewnên mezintir ji bo min çêbûye."

Hunermend Aras têkildarî temsîliyeta tabloyê xwe de jî wiha anî ziman; "Piraniya tebloyên min li ser xweza, hêvî, nêzîkbûna mirovan a li gel mirovên din, çîna hejar in. Armanca min ewe ku bi hunera xwe ji hemû civakê re bi taybet kêmendaman re bêjim, bêjim bêhêvî nebin û timî di nava hewldanan de bin, li jiyanê bigerin. Ji ber ku ti tişt bê wate nîne."

 Aram Îsmaîl zewiciye û bavê sê zarokane. Ji ber ku kêmendame nikare kar bike. Mehane tenê 150 hezar dînar mûçeyê kêmendamtiyê digire. Rewşa aboriya malbata wî gelek xerabe. Li ser vê mijarê jî got; "Yakene xewna min ewe ku huner û tabloyên min neyên bênirx kirin û girîngiyê bidinê ye. Rojekê bikarin bibin xwedî cihekî taybet. Ji bo girîngî bi hunera min bê dayîn. Dahata min ya rojane jî ji bo ji hejariyê rizgar bibime."

'Hunera me bênirx dikin'

Hunermend Aras Îsmaîl xemsariya hikûmetê ya li hemberî kêmendaman rexne kir û got; "Piraniya kêmendaman xwedî huner in. Hêzekî ya wan a cuda heye. Lê, mixabin, ji aliyê hikûmetê ve hatine paşguhxistin. Ti girîngiyê nadin wan. Ne di warê manewî de ne jî madî de. Herwiha hunera me bênirx dikin. Lewma daxwazê dikim ku êdî hikûmet  berê xwe bide civakê û êdî bêhêvî nekin."

(ab)