Bilûrvanê Efsaneyî yê Kurd: Qela Mera

Piraniya temenê wî bi tenê derbas bû. Ne xwendekar bû. Lê dengê bilûra wî tevlî ruh û hestan dibû. Vî dengî wiha kir ku Qale Mere bibe yek ji navên ku ji hunera resen a Kurdî re gelek xizmetê bike.


11 sal bi ser koça dawî ya bilûrvanê Kurd Qale Mere derbas bûn. Lê, awaza bilûra wî ku awazên Kurdî yên resen û xwezayî lê dixist, timî zindî ye.

Qadir Ebdulazade bi nasnav Qale Mereyê Bilûrvan, zivistana sala 1925’an li gundê Kulice yê ser bi bajaroka Bokana Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber ku kesek bêdeng bû, Şêx Mihemedê Şêx Burhanê Mukriyanî navê Qale Mere lê kiriye.

Qale Mere hîn nehatibû dinê, bavê wî jiyana xwe ji dest daye, di temenê 6 saliyê de jî dayîka wî koça dawî kiriye. Weke bixwe jî di axaftineke xwede gotiye, hemû temenê wî bi bêkesî, hejarî û bêşansiyê derbas bûye.

Qela Mere bi gelek hunermend û helbestvanên navdar ên Kurd ên wekî Hesen Zîrek, helbestvanê mezin Hêmin Mûkriyanî û Hejar Mukriyanî re hevaltî kiriye.

Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê (Mahabad) û darvekirina pêşengên wê, Qale Mere jî qaçax dibe û koçî Başûrê Kurdistanê dike. Demek li mala Ebas Axayê Serkepkan û Ehmed Axayê Koyê dimîne. Piştî çend salan careke din vedigere Rojhilatê Kurdistanê. Qela Mere ku li Îranê beşdarî gelek festîvalên nav û deng ên mûzîkê bûye, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî gelek festîvalên hunerî bûye û hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Qale Mereyê Bilûrvan di sala 1950’an de li navenda radyoyên Sine, Tehran, Mahabad û Ûrmiye, her wiha li radyo û televîzyona Kirmaşan gelek parçeyên mûzikê bi bilûra xwe tomar kirine.

Qela Mere di zimanê Farisî de bi navê “Gencine Muteherik” ango di bi navê “Xezîneyek gerok” beşdarî festîvalên mûzîkê yên Îranê dibe. Bilûra Qela Mere timî awazên ku pesnên xweşîkbûna Kurdistanê û xwezaya wê didin, lê dixe. Bi vê yekê re timî resentiya mûzika Kurdî parastiye.

Muzisyen û Endamê Koma Muzika Lor  a li Silêmaniyê Govend Ebdullah têkildarî hunera Qale Mere diyar kir ku hunera mîna wî li hemû cîhanê cihê girîngî pê danê ye û taybete. Sedema vê hunerê jî serkeftina Qale Mere dibîne.

Govend diyar kir ku kêm kes weke Qale Mere heye û got ku piştî wî kesên weke wî derneketine û got;”Wî bi bîlûrê gelek afinerî kiriye. Dibe ku kesek asayî hest bi vê afineriyê neke. Lê, eger bi awayek akademîk lêkolîn bikin, afineriya wî derkeve.”

Govend destnîşan kir ku weke pêwîst girîngî bi berhemên Qale Mere nahatiye dayîn û got ku ew şêwaza wî ya bilûrê ewqas bilindde pêwîste li navendên akademîn werin xwendin.

Bilûrvanê nemir Qale Mere 21’ê Gulana 2009’an di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Bihezaran kes û hezkiriyên Qela Mere ji deverên cuda yên Kurdistanê herikîn bajarê Bokanê û tevlî merasîma spartina axê bûn. Cenazeyê Qale Mere, liser wesiyeta wî, di 25’ê Gulanê de li Bokanê li rex hunermend Hesen Zîrek hate definkirin.

(ab)