Çand û zimanê Kurdî bi xwendekarên Emerîkî dan nasîn

Çalakvanên Kurd li bajarê Dênver a eyaleta Kolorado ya Emerîka ziman û çanda Kurdî bi xwendekarên zanîngehê dan naskirin.


Di meha Adarê de salane li Zanîngeha Metropoletin a bajarê Dênver a eyaleta Kolordo ya Emerîka pêşangehên çand û zimanên cuda tê vekirin. Cara yekemîn Kurd jî beşdar bûn.

Di pêşangehê de çalakvanên Kurd çand û zimanê Kurdî bi xwendekaran dan nasîn.

Herwiha xwendekaran jî eleqeyek mezin nîşan dan û xwendekar bi naskirina çand û zimanê Kurdî kêfxweş bûn. Herwiha biryare ku ziman û çanda Kurdî bikin bernameya beşa xwendina çandê ya zanîngehê.

Ev çend rojin pêşangeh hatiye vekirin. Di roja destpêkê de govend hatin pêşandan. Di roje duyemîn de film bû. Duh jî taybet roja ziman bû. Îro roja dawî ye.

Wê di pêşangeha bê de filmên Kurdî jî werin pêşandan.

(ab)