Çîmen Rehmanî:Tevî astengiyan jî jinan karîne li Îranê kêrhatinên xwe nîşan bidin

Jina hunermend a ji Rojhilatê Kurdistanê Çîmen Rehmanî got; "Li Îranê tevî astengiyên li pêşiya jinan heyî jî lê jinan karîne kêrhatinên xwe nîşan bidin." Herwiha diyar kir ku amadekariyên wê hene di pêşerojê de hinek karên hunerî ku amadekiriye pêşkêş bike. Rehmanî destnîşan kir ku hemû karên wê ji bo xizmeta jinane.


Jina hunermend a ji Rojhilatê Kurdistanê Çîmen Rehmanî li bajarê Sine jidayîk bûye û niha li Sineyê jiyana xwe berdewam dike. Dinava malbatek hunerî de mezin bûye. Bavê wê Yedulla Rehmanî yek ji hunermendên binavûdeng yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Çîmen Rehmanî ev çend salekin dest bi gotina stranan kiriye, piraniya karên wê yên hunerî li ser pirsgirêk û astengiyên li ser jinane. Heya niha çar album pêşkêş kiriye. Navê albuma wê ya yekem 'Ji hezaran yek' naveroka wê li ser şidet û pirsgirêkên ku jin dinava civakê de jiyan dikin û li ser Roja 8'ê Adarê ye. Albuma duwem jî binavê 'Kurde Jin'e. Di vê albumê de jî qala têkoşîn û berxwedana jinan a li Rojavayê Kurdistanê dike. Navê albuma wê ya sêyem jî 'Dilê Zare' ev jî stranekî kevin ya hunermend Fetane Welîdî ye. Albuma wê ya herî dawî jî bi navê 'Davar'e. Li ser karesata lêhiya ku îsal bi ser herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê de hatî gotiye.

Têkildarî karê xwe yê hunerî Çîmen Rehmanî ji Rojnews'ê re axivî. Rehmanî got; "Strana min ya yekem bi navê 'Ji hezaran yek' bû. Min vê stranê li ser pirsgirêkên jina Kurd ku dinava civakê de jiyan dikin got. Albuma min ya duwem jî binavê 'Kurde Jin'e. Fikra vê albumê jî dema ku êrîşên ser Kobanî û jinên Kurd hate kirin û jinên Kurd bi qehremantî şerkirin kete serê min. Min xwest ez stranek li ser qehremantiya van jinan bêjim, lê karê min direng ket û min nekarî di wê demê de amadebikim û bêjim. Piştre dema ku min xwest ez klîpek ji vê stranê re amadebikim êrîşên ser Efrînê destpêkirin. Carek din derfet çêbûn ku ez bikarim van jinên şervan dinava strana xwede bidim nasandin. Ji bona wê li şûna ku ez klîbek hunerî çêkim, min wan dîmen û wêneyên jinên şervan yên li ser înternet Youtobê berhevkir û bi şeklê klîbek amade kir."

Di dewama axaftina xwe de Çîmen Rehmanî qala têkoşîna şervanên jin kir û wiha domand; "Têkoşîna jinên Kurd wisan mezine, mirov nizane bi çi awayek qala wê bike. Wisane ku dayîkek zarokên xwe dicih de dihêle û ji bo parastina welatê xwe û pêşeroja zarokên xwe çek dirake û berxwedanê dike. Ev berxwedan di demek de bû ku hinek zilaman ne diwêriyan çek rakin û welatê xwe bi parêzin, hinek jinan jî ji bo parastina xaka xwe çalakiyên canfedane dikirin.Vê têkoşînê jina Kurd bi cîhanê da nasandin. Vê têkoşînê piştrastkir ku jin û zilam wekhevin û dikarin ji bo parastina welat û azadiyê şer bikin."

Têkildarî strana xwe ya dawî ku li ser karesata lêhiya li Loristana Rojhilatê Kurdistanê amadekiriye, wiha got; "Hinek hewildan hene ku dixwazin Lor û Kurd ji hev cûda nîşan bidin. Lê ji demên pir kevin heya niha hertim Kurd û Lor hemanin. Çanda wan, zimanê wan, cilûbergên wan hemû yekin. Vê karesata lêhiyê jî ku rûda, xelkê Rojhilatê Kurdistanê gelek alîkariya Loristanê kir. Vê yekê bandor li min kir, ji bona wê min ev stran bi herdu zaravayên Lorî û Kelhorî (Kurdî) amadekiriye. Ji bo ez bêjim, ez Kurdim û  bi zaravayê xwe û yê we stranan dibêjim, ez bi yek cilûberg û du zaravayan stranê dibêjim, ji boy ku vê yekbûnê nîşan bidim."

Têkildarî astengiyên ku li Îranê derdikevin li pêşberî jinan jî Çîmen Rehmanî wiha axivî; "Li Îranê rê nayê dayîn ku jin bi tena serê xwe konsertan lidarbixin. Ji ber ku ez jî bi tenê stranan dibêjim, min nekariye konsertek lidarbixim. Herwiha di yasaya Îranê de qedexeye ku jin bi tenê stranan bêjin. Lê min bi tenê stran gotiye û vê astengiyê şikandiye. Nizanim çima rê nade jin bi tenê strana bêje, tenê behaneya wan ewe ku dibêjin dengê jinan herame. Lê tevî van hemû astengiyan jî jinan piştrastkirine ku dikarin di hemû şert û mercan de kêrhatinên xwe nîşan bidin. Wekî min bi dehan jin hene tevî hemû astengiyan karîne karên xwe yên hunerî lidarbixin."

Herî dawî jî Çîmen Rehmanî got; "Wek hunermendek Kirmanşanî gotina min ji bo jinên hunermend ewe ku tevî hemû astengiyan serî netewînin, huner behreyeke zatiye, hemû kes nabin xwediyê vê behreyê. Dema ku ev behre hebe divê tu dengê xwe bigihînî hemû cîhanê. Di baweriya min de bandora hunerê ji ya siyasetê hîn zêdetire. Hunermend dikare bi hunera xwe xizmetê ji welat, gel û xaka xwere bike. Li gorî min ez peyama xwe ku peyama jinane ez bigihînim binirxtir dizanim li şûna ku ez ji ber astengiyan bêdengiyê hilbijêrim, tenê ji bo ku ez dinava aramiyê de jiyan bikim."

(şk)