Ciwanê Kerkûkî bi berhemên kevnar karê hûnerî dike

Yekşem, 21 Avrêl 2019 – 07:25  KERKÛK/ROJNEWS

Ciwanê Kerkûkî bi berhemên kevnar karê hûnerî dike

Li bajarê Kerkûkê ciwanê bi navê Hawta Kawe karê ciwankariya (Estetîk) peykera dike. Hawta Kawe diyar kir ku di despêkê de kesê peyker ji wî ne dikirî. Lê niha ji hemu Iraq û Herêma Kurdistanê ew sparîşan digre û peykeran çêdike.


Hawta Kawe yê temen 25 salî li bajarê Kerkûkê ev bi qasî 10 salane ji xwere dikaneki ya karê ciwankarî (Estetîk) ya baxçe û cihên geştyarî vekiriye û kar dike. Karê wan herî zêde çêkirina peykerê mirov, lawir û balindeyane. Ew bixwe karê xwe birêve dibe. Piraniya karê wî bi estekît û hûnerî tê xemilandin.

Hawta Kawe di derbarê karê xwede wiha ji ajansa Rojnewsê re axivî: “Ev karê he ez bi bav û birayê xwere dikim. Serpereştiya kar jî ez bixwe dikim. Ev bi qasî 10 salane ez vî karî dikim. Piraniya karê me çêkirina peykerên mirovan, lawiran û balindeyane. Ez li ber destê bavê xwe fêrî vî karî bûme.”

Hawta Kawe got: “Bavê min despêkê karê nexşdayîna baxçeyan dikir, lê min ev kar nekir, piştre bi hewildan û xwesteka xwe min dest bi çêkirina peykeran kir. Dema despêkê min peyker çêdikirin kesekê peyker jimin ne dikirîn. Lê niha ez li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê sparîşên çêkirina peykeran digrim û peykeran çêdikim.”

Di dewama axaftina xwe de Hawta Kawe wiha qala çêkirina peykeran kir ;“Dema ez biryara çêkirina peykerekê didim, despêkê ez qalibê wî peykerî amade dikim. Ji bo ku peykerê ez çêbikin li gel ciwaniya baxçeyan biguncê, ez amade dikim. Despêkê ez qalibê wî bi şîş û betûnê çêdikim, heya qalibê wê hişk dibe. Piştî ku hişk bû ez wi bi boyaxê û gêçê dixemilînim û amade dikim.”

Hawta Kawe di dirêjiya axaftina xwede têkildarî cûrên peykerên ku çêdike ev tişt gotin: “Ev peykerên ku ez çêdikim û kar li ser dikim zêdetir peykerên lawirên weke; Berx, Mar, Baz,Tawos, Leglek û Xezalin. Piraniya peykerên mirovan yên ku ez çêdikim jî peykerên jinane ku xweşikbûna jinê bi hûnerê didim diyar kirin. Min gelek guldankên çandina daran ji çêkiriye.”

Hawta Kawe herî dawî ji got: “Me berê bi qûmaşê di nava malan de karê xwe dikir, em bi van qûmaşan fêrî çêkirina van karan bûn. Niha van qûmaşan di mekineyê de bi çîmentoyê re linav hev dixin û karê xwe peykersaziyê wiha çêdikîn. Ev kargeha he yekem kargehe li Iraq û Herêma Kuurdistanê  bi vî awayî kar dike.”

https://youtu.be/NAj6VNBje-Q”>

(ep)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist