BIRWA ESHED / ROJNEWS
Helbestvan û Mamosta Tahîr Seîd ku di xwepêşandanên li Silêmaniyê de pêşengiyê dike û bûye dengê diyar ê nerazîbûnan bi helbestekê helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan da û piştgirî da gerîlayên azadiyê.
Helbestvan û Mamosta Tahîr Seîd bi helbestekê piştgirî da gerîlayên azadiyê û dijberiya xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan kir.
Helbestvan û Mamosta Tahîr Seîd ji Rojnews’ê re got: “Her ji kevin ve ji serdema Osmaniyan û heta ji serdema hikûmraniya wan hikûmetên ku piştî rûxana Osmaniyan desthilatî girtine destê xwe û heta serdema hatina Erdogan a li ser desthilatê, dijminên dijwar ên gelê Kurd bûn.”
Beşek ji helbesta Helbestvan û Mamosta Tahîr Seîd wiha ye:
Leşkerkêşiya Erdogan bo Başûrê Kurdistanê
Hewşêwey Mexolekan hêrişyankirde serman
Sînorê Başuryan bezand
Netewey Kurdiyan raçlekand
Herçî Kurde beziman, helwestî xoy rageyand
Heta li henderan, sercem Kurdan wirujand
Serbaz û cendirmekan stemkarin weke Erdogan
Gerîlakanî Kurdistan, berdoxanî neteweman
Derbederî sinoryan ken nawî xoyan bebîr ken
Pişt bexoda ken û rewandey dozexyan ken
Bekirêgiraw nokeran palpiştin bo Erdogan
Leşkirekey Erdogan Qendîle goristanyan
Erdogan baş bizane mîlletitman berxodane
Newey Mexol Erdogan xoy nagrêt bo berxodan…
Kurmançiya wê wiha ye:
Leşkerkêşiya Erdogan bo Başûrê Kurdistan
Weke Moxolan êriş kirin ser me
Sînorê Başûr derbas kirin
Neteweya Kurd hejandin
Çi Kurd hebû helwesta xwe ragihandin
Heta derveyî welat tevahî Kurd bertek nîşan dan
Leşker û jendermeyên stemkar weke Erdogan
Gerîlayên Kurdistanê berxwedana neteweya me
Wisan ji sînoran derxînin ku navê xwe ji bîr kin
Bi piştevaniya Xweda şermezar bikin û bişînin dojehê
Ceş û noker piştevanên Erdogan in
Ey leşkerên Erdogan Qendîle goristana we
Erdogan baş bizanibe, miletê me berxwedêre
Neviyê Moxl Erdogan xwe li ber berxwedanê nagire…
Dewleta Tirk di 15’ê Nîsanê de bi balafiran dest bi êrişên hewayî kir û di 17’ê Nîsanê de jî bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastina Medyayê dest bi êrişên dagirkeriyê yên bejahiyî kir.
(ab)