کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
În, Gulan 20, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Dengekî timî zindî: Kerîm Kaban

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
14/01/2022 - 7:38:44 am
in ÇAND Û HUNER
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Îro salvegera 6’emîn a koça dawî ya Hunermendê Kurd Kerîm Kaban e. Piraniya berhemên Hunermendê welatparêz evîndarî bû. Kaban ku li pey xwe berhemên giranbuha hişt, di 14’ê Çileya sala 2016’an de li bajarê çavê xwe li jiyanê vekiribû, koça dawî kir û wê di nava Kurdan de dengê wî zindî bimîne.

Ebdulkerîm Celal Mehmûd Ezîz Kaban (Kerîm Kaban) di sala 1927’an de li taxa Şêxan a  Silêmaniyeyê ji dayîk bû. Kaban perwedeya xwe ya destpêkê li medreseyê dît. Kaban di 7 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Faysal dest bi perwerdeyê kir û ji ber bala wî li ser muzîkê bû, di emrekî biçûk de derket ser dikê. Di sala 1941’ê de di radyoya Silêmaniyeyê de stran got.

Di sala 1945’an de bû edîtorê beşa Kurdî ya radyoya Bexdayê. Konsera xwe ya destpêkê jî di heman salê de li Bexdayê da. Kaseta xwe ya destpêkê, ku ji 8 berheman pêk dihat bi navê “Rêya Evîndaran” derxist.

Kaban jî mîna gelek hunermendên giranbûha bi berhem û keda xwe ya di ber hunera Kurdî de da, nemir bû.

Ji ber Kurdbûyîna xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve hat binçavkirin. Di salên ciwantiyê de, malbata wî ji aliyê rejîmê ve sirgûnî başûrê Iraqê hat kirin. Di 28’ê Sibata 1981’ê de birayê wî Kadîr Kaban ji aliyê rejîma Iraqê ve hat binçavkirin û di 1’ê Tîrmeha 1981’ê de rejîma Iraqê ji malbata Kaban re ragihand, ku kurê wan hatiye îdamkirin. Nedana cenazeyê Kadîr Kaban hem li cem wî hem jî di nava malbatê de rê li ber birînên mezin vekir.

Berhemên Kerîm Kaban

20 stranên hunermend hene ku bi xwe nivîsandiye û gotine hene. Ji nava van stranên herî navdar, ku ji aliyê gelek hunermendan ve jî hatine gotin, ‘Yaran Wesyetim, Şemî Şevan û Teman’ e.

Dema dijiya peykerê wî hat çêkirin

Hunermendê Kurd Kerîm Kaban, ji ber berhemên xwe û keda daye muzîka Kurdî, hînê sax bû peykerê wî hat çêkirin. Ev peyker li Parka Azadî ya li Silêmaniyeyê hatiye çikandin. Her wiha Şaredariya Silêmaniyeyê bi navê ‘Kerîm Kaban’ parkek çêkir.

Kerîm Kaban endamê koma muzîkê ya Silêmaniyê û endamê sendîka hunermendên Kurd bû. Ji ber xebatên wî yên muzikê gelek caran ji aliyê wezareta çand û hunerê ya Iraq û Herêma Kurdistanê ve hatibû xelat kirin.

Belgefilmek bi navê ‘Temen’ li ser jiyana Kerîm Kaban hatiye çêkirin.

Kerîm Kaban çend salan ji destê nexweşiyê êşên mezin kişand, heya ku di 14’ê Çileya 2016’ê li temenê 89 salî û piştî 70 sal xizmeta ji bo hunera Kurdî, li Nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmanî ku di heman demê de li vî bajarî çavê xwe li jiyanê vekiribû koça dawî kir. Li Goristana Seywan a Silêmaniyê hate oxir kirin. Hezkiriyên Kaban her sal wî bi bîr tînin.

Nûçeya berê

Teqteq ji sergo tîje bûye

Nûçeya pişt re

Hêviya welatiyan ji hikûmeta nû ya Iraqê nîne

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

Gulan 15, 2022
Li ser Gola Fêlaw pêşangeha wêneyan

Li ser Gola Fêlaw pêşangeha wêneyan

Gulan 13, 2022

Orkestraya Zanîngeha Selaheddîn festîvala xwe ya salane lidar xist

Dengê diyar ê xwepêşandanan bi helbestekê li dijî êrişên Tirkiyeyê helwesta xwe diyar kir

Li Soran pêşangeha hunerî

Pirtûkek 400 salî di pirtûkxaneya Kurdî de ye

Nûçeya pişt re
Hêviya welatiyan ji hikûmeta nû ya Iraqê nîne

Hêviya welatiyan ji hikûmeta nû ya Iraqê nîne

Yên Li Pêş

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

HDP’ê ji YNK’ê xwest bikujên Zekî Çelebî bigirin û ceza bikin

Gulan 19, 2022

Hevserokê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xetîb  diyar kir ku Zekî Çelebî têkoşer û...

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Tevgera Azadî, RJAK û Yusuf Mihemed serdana malbata Çelebî kirin

Gulan 19, 2022

Piştî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî hat qetilkirin, kesayet û aliyên siyasî ji bo sersaxiyê serdana malbata wî...

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Ji bo cenazeyê Zekî Çelebî derbasî Bakur bikin amadekarî tên kirin

Gulan 19, 2022

Malbata Zekî Mihemed Çelebî ku li Silêmaniyê hate qetilkirin ji bo cenazeyê wî derbasî Bakurê Kurdistanê bikin amadekariyan dike. Niha...

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê destpê kir

Gulan 20, 2022

2. Konferansa Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi beşdariya hemû endaman destpêkir. Di...

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

HRE: 12 leşker û çete hatin kuştin

Gulan 19, 2022

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan  ên ku di navbera 12-17’ê Gulanê de li dar xistin de, 4 leşkerên...

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Serkirdeyekî YNK’ê: Aliyên peywendîdar êrîşa dijî Zekî Çelebî bi berfirehî lêkolîn dikin!

Gulan 20, 2022

Endamekî Serkirdayetiya YNK’ê serdana malbata Mihemed Zekî Çelebî ku di êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê hate qetilkirin kir û ji...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist