Di orkestraya senfonî ya Silêmanî de berhemên Kurdî hatin pêşkêşkirin

Orkestreya Senfonî ya Silêmanî lidarket. Di orkestrayê de 5 berhem hate pêşkêşkirin ku 3 ji wan Kurdî bûn.


Duh êvarê li salona Kongrês ya bajarê Silêmanî Senfoniya Orkestraya Silêmanî lidarket.  Orkestra bi beşdariya 64 mûzîkjenan pêkhat û pênc berhem di têde hate pêşkêşkirin.

Hejmareke zêde ya hunermend, mûzîsyen, hunerhez û welatiyên Silêmaniyê ji bo temaşekirinê amade bûn û eleqeyeke mezin jêre hebû.

Mûzîkjenên ji Corciya û Ukrayna beşdarê orkestrayê bûn, 5 berhem pêşkêş kirin. Operaya hejmara 84 ya Bethoven, Senfoniya hejmara 8 ya Shoven, Sirûştgelî Kurdistan, geştekî Kurdistanû du melodiyên Kurdî bi şêwazê orkestra hatin pêşkêşkirin.

(bz)