Di pêşengeha navnetewî ya Silêmanî de herî zêde pirtûkên Ocalan tê firotin

Di nava bi sedan hezar pirtûkan de pirtûkên herî zêde li pêşengeha pirtûkên navnetewî ya Silêmanî de tê firotin û rastî eleqeyeke zêde tê pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê. Rojane zêdeyî 50 pirtûkên Ocalan tên firotin.


ROJNEWS / BERHEM LETÎF

Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a navnetewî ya Silêmanî ku ji 14’ê Mijdarê ve destpêkiriye, bi beşdariya zêdeyî 180 pirtûk, navendên çap û weşanê  yên ji 21 welatên cîhanî, herêmî û Kurdistanê didome.

Di pêşengehê de bi hezaran pirtûk û dokûmantarên lêkolînê tê nîşandan. Li gorî zanyariyên rêkxerên pêşengehê, rojane di derdora 5 heya 8 hezar kesî de serdan dikin.

Navenda Çap û Weşanê ya Nexş û Bindarok ji Rojavayê Kurdistanê bi 10 hezar pirtûkên bi zaravayê Kurmancî û zimanê Erebî beşdarê pêşengehê bûye. Di nava pirtûkên wan de pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pirtûka yek ji kadroyên pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz û gelek pirtûkên derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê nîşandan. Wê dahata wê jî ji bo koçberên Grê Spî û Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mane cihê xwe terk bikin, bê dayîn.

‘Emê dahata pirtûkan bibexşin koçberên Grê Spî û Serêkaniyê’

Berpirsê navenda Nexş û Bindarok Abdulla Şêxo diyar kir welatî dema dibihîsin em ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bûne, eleqeyeke mezin didin nîşan û pirtûkên me digirin. Şêxo têkildarî eleqeya welatiyên Başûr ji pirtûkên navenda wan re ev tişt got, “Beşek ji pirtûkên ku me aniye vir, li çapxaneya ‘Şilêr’ a Rojavayê Kurdistanê hatine çapkirin. Ew dahata ku em ji van pirtûkan bigirin emê ji bo koçberên Grê Spî û Serêkaniyê bibexşin. Me bûhayê pirtûkan diyar nekiriye. Weke hevkariyek ji bo koçberan her kî dikare çi bide em ewqasî digirin.”

Şêxo dazanîn ku eleqeyeke mezin a welatiyên Başûr ji navenda wan re heye û wiha pêde çû, “Welatiyên serdana pêşengehê dikin, eleqeyeke mezin nîşana pirtûkên me didin. Herçend pirtûkên me bi zaravayê Kurmanciye (latînî) jî dîsa welatî ji ber şoreşa Rojava eleqeyeke baş didin nîşan. Welatî tên li gel me dirûnin û alîkariyê texsîr nakin.”

Pirtûkên herî zêde rastî eleqeyê tên pirtûkên Ocalan e

Di nava bihezaran pirtûkên pêşengehê de herî zêde rastî eleqeyê tê û tên firotin jî pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Serperiştyarê Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan ku beşek ji pirtûkên Ocalan di pêşengehê de dide nîşan jî piştrast dike ku pirtûkên herî zêde tên firotin yên Ocalan in.

Serperiştyara Standa pirtûkan a Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan Tanya Aware diyar kir pirtûkên ku rastî eleqeyeke zêde tên rojane hejmara wan tê zêkirin û wiha axivî, “Rojane pirtûkên ku rastî eleqeyeke zêde tên tên nûkirin. Pirtûka Ocalan ya bi navê ‘Urfa sembola pîrozî û lanetê’, ‘Rêbertiya PKK’ê rêbertiya jina azad e’, ‘Nêrîneke şoreşgerane li pirsgirêka ol’, ‘Aboriya Civaka Demokratîk’ û çend pirtûkên din  rojane 20-30 pirtûk tînin vir û pir zû xilas dibe.”

Pêşengeha Pirtûkan rojane saet 10.00’ê berê nîvro vedibe û heya saet 19.00’ê êvarê didome. Tevî ku em saetek piştî vebûna pêşengehê çûn jî di nava saetek de pirtûka Ocalan ya bi navê, ‘Rêbertiya PKK’ê rêbertiya jina azad e’ hemû hatibûn firotin. Her wiha pirtûka Ocalan ya Urfa jî ji 25 pirtûkan tênê 3 jê mabûn.

Ji derveyî navenda Cemal Îrfan Pirtûkxaneya Bextiyarî û Amazon jî pirtûkên Ocalan li pêşengehê de dide nîşan û ji her pirtûkeke Ocalan rojane nêzî 50 pirtûk difiroşin. 

Pêşengeha Navnetewî ya Pirtûkan a Silêmanî di 235’emîn salvegera avabûna bajarê Silêmanî de 14’ê Mijdarê vebû û wê heya 23’yê Mijdarê bidome. Her wiha Unesco bajarê Silêmanî weke bajarê ‘wêje û rewşenbîrî’ nasand. Ev jî hiştiye ku girîngiyeke mezin ji bo pêşengehê bê dayîn.

Rêveberê ragihandina pêşengeha navnetewî ya pirtûkên Silêmanî Merwan Hemexurşîd  diyar kir ji roja pêşengeh vebûye heya niha rojane di navbera 6 heya 8 hezar kesî de xwêner serdan kiriye û got, “Armanca me ewe ku em pirtûk bi xwêneran bidin nasîn. Ev eleqeya gel a ji karên ronakbîrî re dide nîşan.”

Helbestvan Salih Pençarî li gel kêfxweşiya xwe ji vekirina pêşengehê, rexne kir ku pirtûkên Kurdî di pêşengehê de kêmin û ev tişt anî ziman, “Em bi vekirina pêşengeheke wisa kêfxweş û serbilindin. Lê mixabin lê, pirtûkên olî ji pirtûkên wêjeyî, fikrî. Ya herî nexweş jî ewe bû ku pirtûkên Kurdî gelek kêmin.”

Jina ciwan a ji bo bidestxistina pirtûkên derûnnasiyê Rênas Elî diyar kir bûhayê pirtûkên di pêşengehê de başbû û nirxê wê kêm kirine ji bo welatî bikarin bigirin. Her wiha diyar kir pêşengeh herî zêde bi karê xwendekar û ciwanên derfetên wan yên madî nîne pirtûk bikirin hatiye.

Ji derveyî nîşanda pirtûkan rojane, panel, semîner û çalakiyên hunerî jî tên lidarxistin. Wê girtina pêşengehê bi dayîna konserekî ji aliyê hunermend Diyar Qeredaxî ve bi dawî were.

(bz)