Di roja cîhanî ya sînemayê de Filmê Zagros hate nîşandan

Şemî, 28 Berfanbar 2019 – 18:59  SILÊMANÎ/ROJNEWS

Di roja cîhanî ya sînemayê de Filmê Zagros hate nîşandan

Bi boneya Roja Cîhanî ya Sînemayê, li Silêmanî filmê ‘Zagros’ hate nîşandan û çend hunermendek jî xelata rêzgirtinê wergirtin.


Bi boneya Roja Cîhanî ya Sînemayê di saetên êvarê de li Telara Hunerê ya Silêmaniyê ji aliyê Beşa Huner û Sînema ya Silêmanî ve merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de filmê ‘Zagros’ hate nîşandan.

Filmê Zagros filmek Kurdî û dirêje, di sala 2017’an de ji aliyê derhêner Sehîm Omer ve hatiye çêkirin. Filmê Zagros heya niha 14 xelatên cîhanî wergirtiye. Her wiha lîstikvanên wê xelkê Bakurê Kurdistanê ne. Dema wê jî saetek û 42 deqe ye. Yekem care filmê Zagros li Silêmanî tê nîşandan.

Her wiha di merasîmê de hunermendên sînemayê, Azad Ekrem, Rojan Ceza, Şewnem Mihemed, Naz Salih û Kurmanc Ferec xelata rêzgirtinê wergirtin.

 (şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist