Dijberiya xwe ya dagirkeriyê bi stranekî vegot

Welatiyekî herêma Biradostiyan a ji gundê Şîrwan a Sîdekanê bi gotina straneke dengbêjiyê hêrsa xwe ya dijî êrîşên Tirkiyê vedibêje.


Welatiyê bi navê Ehmed Hacî yê ji gundê Şîrwan ê Sîdekanê nerazîbûn nîşana balafirên keşfê û şer yên dewleta Tirk a dagirker dide û hêrsa xwe jî bi gotina straneke dengbêjiyê nîşan dide.

Ehmed di strana dengbêjiyê de dibêje, “Hey lê lawiko kes nikare li mintiqa Biradostiyan sere xwe bilind bike, ji ber balafiran. Kes ne wêre berê xwe bide zozanan, ji ber top û teyarên Tirk û Îranê, ez nemînin li vê dinyayê.”

 Ehmed Hacî berê niha jî ji ajansa me re axivî bû û nerazîbûn nîşana hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû û gotibû, “Ma em jî ne yên vî welatîne, hun xwedî li me dernakevin? Hun çima li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser me bêdengin!”.

(bz)