کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Pûşper 26, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
15/05/2022 - 10:24:13 am
in ÇAND Û HUNER
0 0
A A
‘Divê civaka Êzidî xwedî li zimanê xwe derbikeve’
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Şengalê bi daxuyaniyekê roja Zimanê Kurdî pîroz kir û hate gotin; “Divê bi taybet civaka Êzidî, her kes xwedî li çand, ziman û baweriya xwe derbikeve.

Daxuyanî wiha ye:

“Li Şengala berxwedêr wekî Saziya Ziman û Perwerdê ya Şengalê em destpêkê vê roja zimanê dayîkê li tevahî civaka Êzidî û gelê Kurd pîroz dikin.

Di demeke ku civaka me ya Êzidî bi hêza xwe ya cewherî hewl dide birînên 73 fermanan bi xwe rêxistinkirin û parastinê, bi zanista civaka demokratîk bipêçe, carek din “Binemala xayîn a Barzanî” ji bo qirkirinê li dijî tevahî sazî û pêkhateyên civaka me ya Êzidî serkêşiya planeke şikandina hêz û îradeya xelkê me dike. Bi taybetî hewl dide tifaqa nav civaka me ya Êzidî xira bike, nirx û rûmeta Êzdayetiyê ji holê rake. Wekî Saziya Ziman û Perwerdê ya Şengalê bi boneya vê roja zimanê dayîkê em dibêjin, mamoste, xwendekar bi hemû pêkhateya xwe ya perwerdeyê ya Şengalê em li gel Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ne. YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxan hêz û rûmeta tevahî Êzîdxanê ne.

Ziman ku ji bo her civak û neteweyekê bingehê hebûn û nasnameyê ye, lêxwedî derketin û pêşxistina wê jî erka sereke ya her mirovekê ye. Lewre bi zimanê xwe yê dayîkê axaftin, perwerdekirin û pêşvebirin wek civaka Êzidî ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Bi taybetî wekî civaka Êzîdxanê, pêwîstî heye em vê mecala zimanê dayîkê ji bo hevgirtina civakî ya di navbera civaka Êzidî, Kurd, Ereb, Tirkmen, Keldan, Suryan, Ermen û hemû pêkhateyên civakî yên herêmê de bikin bingeha pêşketineke demokratîk. Îro di nav sînorên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de di serî de dewleta Tirk a faşîst-dagirker hêzên derve ji bo zêdetir ji dewlemendiyên ser-erd û bin-erd ên herêmê sûd bigirin, hewl didin nakokiyên di navbera van pêkhateyên civakî de kûr bikin, gelan bikin qurbanê armanc û siyasetên xwe yên desthilatxwaz. Ji ber van mudaxeleyên derve bi salan e sîstema demokratîk a hêviya hemû gelên herêmê ye, bi ti awayî nehatiye rûniştandin. Li şûna em wek civak giştî li ser hîmên pêşxistina pêşerojeke azad û demokratîk a pir çandî, pir zimanî, pir olî nîqaş bikin, dîsa şer û nakokiyan dixin rojeva sereke ya tevahî gel û pêkhateyên di nav sînorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê de. Bi van şer û nexweşiyan dem dibore, lê ne hukûmeta Iraqê, ne jî hukûmeta Herêmê gaveke ji hêviyên gelan re bibe bersiv navêje.

Li şûna şeran em çima wek civakek berê xwe li pêşketinê, ji bo pêşeroja zarokên xwe  nimûneya Siwêda pêşketî ya pir çandî, pir zimanî, pir mezhebî nîqaş nekin? Wekî tê zanîn Siwêd bi vê asta xwe ya pêşketinê cewherê pêşketina Ewrûpa nîşan dide. Siwêdiyan jî piştî gelek şer û kuştinan, li ser bingeha jiyankirin û dana jiyankirinê lihevkirina civakî pêk anîn. Bi vî awayî pir rengî bi xweşbînî pêşwazî kirin û yekîtiya civakî saz kirin. Lewre demokrasiya wan jî wekî lihevkirina cihêrengiyan pêş ket. Li Siwêd jî di nav sîstema îdareya welat de hebûna kantonan, xweseriyên civakî hatiye rûniştandin û îro destûra bingehîn a Iraqê jî vê rêbazê li pêş dibîne. Mixabin, di pratîkê de taybet ji ber şer û mudaxeleyên dewleta Tirk a dagirker, bendên vê destûra bingehîn rast nayên bicihanîn. Îro hêza sereke ya li pêş demokratîkbûna Iraqê astenge, ev şer û mudaxeleyên dewleta Tirk in.

Pêwîstî heye êdî Wezareta Perwerde ya Iraqê, wezareta perwerdê ya hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Saziya Ziman û Perwerdê ya Şengalê li ser bingeha pêşxistina civakeke demokratîk û azad ji bo perwerdeyeke rast bi hev re hewl bidin, rê vekin ku her pêkhateyeke civakî li gor ol, bawerî, ziman û çanda xwe zarokên xwe perwerde bikin. Ji bo ev yek pêk were pêwîste civaka me ya Êzidî bêhtir li çand, ziman û ola xwe ya Êzdayetî xwedî derkeve, li ser bawerî û çanda xwe bi zimanê xwe yê dayîkê zarokên xwe perwerde bikin.”

 

1 y 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

(nr)

Nûçeya berê

Li Dîwaniyê bombeyek bi karwanê hêzên Koalîsyonê ve teqiya

Nûçeya pişt re

Ji HPG’ê bîlançoya şer a mehekê: 427 dagirker hatin cezakirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Ey Nîştimanê Kurdistanê: Hesen Zîrek

Ey Nîştimanê Kurdistanê: Hesen Zîrek

Pûşper 26, 2022
Li Silêmaniyê pêşangeha şêwekarî hat vekirin

Li Silêmaniyê pêşangeha şêwekarî hat vekirin

Pûşper 25, 2022

Subhan Feyroz 14 salin ji bo parastina çand û hunera Hewreman dixebite

Li Helebce konsera mûzîkê hat li darxistin

Li ber Qelaya Hewlêrê kemanê dijene û debara xwe peyda dike

‘Hêza’ xelatek din jî wergirt

Nûçeya pişt re
Ji HPG’ê bîlançoya şer a mehekê: 427 dagirker hatin cezakirin

Ji HPG'ê bîlançoya şer a mehekê: 427 dagirker hatin cezakirin

Yên Li Pêş

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Pûşper 25, 2022

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 28’ê Gulanê de li Metînayê şehîd bûbûn eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê...

Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

Pûşper 25, 2022

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora wî ya li Binarê...

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Kurtay Serhed: PDK artêşa Tirk li ser lingan digre

Pûşper 26, 2022

Rojnamevan Kurtay Serhed, li ser şerê Zap, Avaşîn û Metîna wiha got: “Ji destpêka êrişan heta niha gerîla bi tîmên...

Li paytexta Herêma Kurdistanê Eniya Tirkmen êrişî Kurdan kir

Li paytexta Herêma Kurdistanê Eniya Tirkmen êrişî Kurdan kir

Pûşper 25, 2022

Li paytexta Herêma Kurdistanê palamenterekî Eniya Tirkmen êriş kir ser Kurdan û PKK weke ‘terorîst’ bi nav kir. Lê ne...

Bi deh hezaran kes li dijî dagirkerî û çekên kimyawî meşiyan

Bi deh hezaran kes li dijî dagirkerî û çekên kimyawî meşiyan

Pûşper 25, 2022

Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk...

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Hizbullaha Iraqê: Êrişên li ser bîrên neftê ji aliyê komên girêdayî MÎT’ê ve tên kirin

Pûşper 25, 2022

Berdevkê Hizbullaha Iraqê ragihand, grubên ku peywendiya wan bi MÎT’a Tirk re hene ji naçveya Xurmato bi mûşekan êrişê bîrên...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist