Dîwarekî 115 kîlometre yê ji berî 2700 salan hate dîtin

Li herêma Kirmaşan ji aliyê tîmek dîroknas ve dîwarekî 115 kîlometre yê ku ji berî 2700 salan hatî çêkirin hate dîtin.


Li rojhilatê parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê tîmek dîroknas ve dîwarekî ku dîroka wê digihe 2700 salan hate dîtin.  Peniya dîwar 4 metreye û bilindî jî 3 metreye. Heta niha dirêjiya 115 kîlometre hatiye eşkere kirin.

Ev dîwarê ber ji zozanên Bemo yê Serpêl Zehaw destpê dike û digihî gundê  Zawmerg ê di navbera bajarên Şabad û Sermestê yên li parêzgeha Kirmaşanê. Berhemên ku li derdora dîwar dîtine dîroka wan digihî sedsalên 4 û 6'ê berî zayînê.

Şûnwarên avahiyên derdora dîwar ku niha wêran bûne  li herêmê tê dîtin. Rêjeya yek milyon çargoşe ber  li xwe digre ku ji bo çêkirinê dem, kar û amûrên zêde heye.

Tevî ku niha ev dîwar ji bo dîroknasan hate eşkere kirin, lê xelkê herêmê ji dîrokê weke 'dîwarê Gawrî' nas dikirin û ji hebûna wî agadar bûn.

Xwendekarê diktora Sicad Elî Beygî li ser dîtina dîwar nivîsek belav kir. Di nivîsan xwe de wiha tîne ziman,"Dibe ku ev dîwar sînorê împaratoriya Bastanî be. Ji bo parastinê ava kirî be. Dibe ku gelek dirêjtir be."