Dîwarên Şarezûr bi wêneyên helbestvanan tê xemilandin

Dîwarê Reveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Şarezûr cara yekeme bi wêneyên helbestvan û navdarên Kurd tê xemilandin.


Dîwarê Reveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Şarezûr ya bajaroka Şarezûr  cara yekeme bi wêneyên helbestvan û navdarên Kurd tê xemilandin.  Hefteyeke karê çêkirina wêneyan ji aliyê şêwekar Mihemed Xurmalî û Behroz Mihemed ve hatiye destpêkirin. Wê bi piştî 12 wêneyên helbestvan, navdarên Kurd û xwezaya Kurdistanê werin çêkirin. Armanca wan xweşikkirina bajarok e.

Wêneyên wêjevanên Kurd ên weke Nalî, Şerko Bêkes û Pîremêrd tên çêkirin.

Şêwekar Mihemed Xurmalî têkildarî xebata ku dide meşandin wiha axivî;"Projeya me bi navê projeya reng destpê kir. Armanca karê me ewe ku bajarok ji bo welatiyan xweşik bikin."

 Mihemed Xurmalî eşkere kir ku her wêneyek çêdikin xwedî payamekê heye û got;"Wêneyên helbestvan, navdarên  Kurd û xwezaya Kurdistanê çêdikin. Wêneyên ku ez bi xwe çêdikin zêdetir foklorî ne û li ser xwezaya Kurdistanê ne."

Şêwekar Behroz Mihemed eşkere kir ku li Şarezûr cara yekeme li ser dîwaran tiştek wiha tê kirin û got ku armanca wan xweşikkirina bajarokê wane û hunerê şêwekariyê bi rengan bigihîn welatiyan û hunerhezan.

(ab)