Ercûmen Hewramî: Ji rewşa hunera Kurdî bifikarim

Hunermend Ercûmen Hewramî ku xwediyê gelek berhemên folkloriye, çendîn sale stranan bi zaravayê Hewramî û Soranî dibêje. Hewramî diyarkir ku ew niha ji ber rewşa hunera Kurdî ku hunera Tirkî û Farisî têkelbûye bi fikare. Herwiha behsa berhemê xwe yê dawî kir û got, ewê ji ber nexweşiyê êdî stranan nebêje.


Ercûmen Şewket bi nasnav Ercûmen Hewramî di sala 1973’an de li gundê Dega Şêxan a ser bi bajarokê Biyare yê parêzgeha Helebce, dinava malbatek niştimanperwer û hunermend de jidayîk bûye. Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê dest bi karê hunerê kiriye. Her çendî ku dinavre çend salek dest ji karê hunerî berda be jî, lê niha karê xwe cardin berdewam dike. Hunermend Ercûmen Hewramî li ser karê xwe û rewşa hunera Kurdî ji Rojnews’ê re axivî.

Hunermend Ercûmen dinava malbatek hunermend û deng xweş de mezin bûye, ji malbata wî du xûşkên din ên wî jî stran digotin. Lê ji ber astengiyên di wê demê de nekarîn stran û hunera xwe tomar bikin. Lê Ercûmen karê xwe yê hunerê berdewam kir û niha hevjîna wê jî stranan dibêje û bi hevre kilîbek tomar kirine.

Berhema Ercûmen ya despêkê di sala 1992’an de bi navê Çinur û Şebû tomar kiriye. Ew stran di wê demê de yek ji stranên herî zêde li ser zimanê welatiyan dihat gotin bû. Herwiha sê sîdî ku heryek ji wan çend stran têde hene tomar kiriye. Piraniya berhemên Ercûmen Hewramî li ser evîndarî, netewî û folklorî ne.

Hunermend Ercûmen da zanîn ku ji ber hunerê wî gelek bac daye, bi taybet jî di salên 2000’an de ji aliyê komek çekdarên bi navê CundulÎslam ku wê demê li deverê hebûn tê girtin, piştî 40 rojan êşkence lê dikin, piştre diberdin.

Hunermend Ercûmen çend saleke navber daye gotina stranan û diyar kir ku ew ji rewşa niha ya hunera Kurdî bi fikare û wiha pêda çû; “Huner wek şitlekî ye, hertim pêwîstiya wê bi parastinê heye, herwiha divê aliyek yê wî yê aborî baş hebe. Li vêderê jî ferq heye, hinek hene giringî pê têne dayîn, hinek jî têne ji bîrkirin.”

Di dewama axaftina xwe de Ercûmen Hewramî balkişand ser rewşa hunera Kurdî ya vê serdemê û wiha domand; “Mixabin niha hinek ji çanda biyanî ya Tirkî û Farisî anîne têkelî çanda Kurdî kirine. Wisan lêkirine ku nirxekî netewî nemaye, huner û çanda biyanî bi ser me de ferz kirine û resentî nemaye. Di berê de xelk li ber sirûdên Nasir Rezazî û Xelîl Xemgîn radibûn, ji bona wê rica dikim ku kesên berhemên xwe yên nû tomardikin nirxên netewî li berçav bigrin û biparêzin.”

Hewramî destnîşankir ku huner wek neynikê ye divê hunermend xwe têda bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Pêwîste huner di xizmeta gel û nîştiman de be. Divê xizmet ji hunera biyanî re neyê kirin û neyê wergerkirin. Ji bo mînak, gelek hunermendên Tirk hunera me dizî ne û niha difiroşin me.”

Piştî çar salan Ercûmen ji karên hunerê qût bû, niha berhema wî ya herî nû li Rojhilatê Kurdistanê li ber tomarkirinê ye. Herwiha Ercûmen Hewramî diyar kir ku ji ber nexweşiyê wê ev berhem bibe berhema wî ya herî dawî.

(şk)