Filmê 14’ê Tîrmehê sinemaya Başûr ji nûve zindî kir

Di demekî ku li Başûrê Kurdistanê sînemaya Kurdî di rewşekî xirab de bû, bi nîşandana filmê 14’ê Tîrmehê li Sînema Salim a bajarê Silêmanî re carek din zindî bû û ev jî weke destkeftiyeke girîng tê binavkirin.


Ji 1’ê Kanûnê ve li Hola Sînemaya Salim a bajarê Silêmanî filmê 14’ê Tîrmehê bi jêrnivîsa Kurdî (Soranî) li du wextên cûda de saet 03:00 piştî nîvro û saet 08:30’ê şevê tê nîşandan.

Li gorî zanyariyên endamê Sinemaya Salim Lawik Ebobekir daye, filmê 14’ê Tîrmehê yek ji filmê herî zêde welatî eleqe didin nîşan û ref bi ref tên temaşe dikine. Lawik Ebobekir diyar kir ku di van çend salên dawiyê de welatî zêde nayên sînemayê, lê bi nîşandana filmê 14’ê Tîrmehê re ev çanda çûyîna sînema careke din zindî bûye. 

Li gorî xwediyên Sînema Salim, rojane zêdetirî 100 temaşevanên vî filmî hene. Her wiha hate gotin ku filmên din jî li Sînemayê tên nîşandan di nava hefteyê de ancax digihijin 100 kesî.

Filmê 14’ê Tîrmehê beriya ku li Sînemaya Salim were nîşandan, di destpêka meha Cotmehê de li duwemîn festîvala navdewletî ya filman a Silêmanî hate nîşandan. Ji ber xwesteka zêde ya welatiyan di dema berdewambûna festîvalê de du carên din hate nîşandan.

Filmê 14’ê Tîrmehê ji ber çîroka berxwedêrên zîndana Amedê ya bêhempa vedibêje, li Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin çêkir û bû sedem daxwazeke zêde ya temaşekirînê çêbibe.

Li ser daxwaza zêde ya temaşekirina filmê 14’ê Tîrmehê biryar hate dayîn ku hefteyek li Sînema Salim a Silêmanî di du saetên cûdade were nîşandan.

Her çendî ku li Sînema Salim filîmek ji du hefteyan zêdetir nayê nîşandan jî, lê tê gotin dibe ku ev film mehek li Sînema Salim were nîşandan. Li ser vê yekê jî wê berpirsên Sînema Salim di dawiya vê hefteyê de biryarek dawî li ser bidin û paşê jî bi raya giştî re parve bikin.

Dema vî filmî 2 saet û 40 deqeye. Filmê li ser berxwedana pêşengên PKK’ê ya li dijî zilm û faşîzma dewleta Tirk a li zîndana Amedê ye. Di film de nijadperestiya Tirk, hovîtiya dewletê ya li hember hemû beşên azadîxwaz yên Tirkiyê û bi taybetr jî şoreşgerên Kurd û Tirk vedibêje.

Filmê 14’ê Tîrmehê heya niha tevlî çend festîvalekî navnetewî yên filman li Hindistan, Ukranya û Elmanyayê bûye. Par jî tevlî festîvala filman a navnetewî li Dihokê bû. Di festîvalê de du xelat di warê baştirîn aktor û baştirîn derhênerê wênegirî de wergirt. Îsal di festîvala navnetewî ya Filman a Silêmanî de xelata rêzgirtinê ya festîvalê wergirt.

(şk)