Gerîla bi pênûs û çekê destanan dinivîsin

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê li tevahiya cîhanê bi xebat û têkoşîna li dijî dagirkeriyê tê naskrin. Niha li Bradost di berxwedana herî mezin a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de li kêleka çekên xwe bi pênûsên xwe derûniya vê xebat û têkoşînê dinivîsin.


'Gerîlayê Azadiya Kurdistanê' naveke ku ketiye li ser zimanê hemû azadîxwazan. Gerîla timî bi fedakarî û berxwedana xwe tên naskirin. Li tevahiya sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navînê xwedî ked û hêza şerkirinê ne. Ji berî niha li gelek warên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê têkoşîn kirin û niha jî ev Mem Zîn ên welat li Bradost a dergoşa şoreş û berxwedanê li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk de di nava berxwedanê de ne.

Serdar Star yek ji wan gerîlayane ku destana berxwedana gerîlayên Xakurt, Lêlkan û tevahiya Bradost bi hunandî aniye ser ziman. Bêguman hêsan nîne ku mirov qala lehengiya hevalên xwe yê şehîd bike ku duh û îro bi hev re bûn û di kêlikeyêkê de mirov winda bike. Baş dizanin ku qalkirina şehîdan nehêsane, lê vî karî bi hûrî dikin. Ji ber ku riya hevalên xwe dişopînin û dixwazin xeyalên wan pêk bînin.

Ev xwezayekî tejî xweşikbûna balkêş a gerîla ye ku hem şer dike û hem jî li nava şer, top û bombebaranan de destanên xwe dinivîsin. Belê gerîla bi xwe destana berxwedana xwe dinivîsinin.

Kî dizane çend gerîla piştî çend xeyalên azadiyê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî dijmin şer dikin? Kîjan wêjevan û çend nivîskar û kîjan nûçeyên rojnameyan qala van destanên têkoşîna wan dikin.

Kesên xwedî ehlaq û wijdan destana vê berxwedan û têkoşînê dinivîsin. Dibin lehengên hunandî, û romanan. Dema ku van helbestên li ser wan hatin nivîsandin dixwînin, dizanin ku gerîla li van herêman ji bo parastina xak û gelê Başûrê Kurdistanê çiqas bi fedekarî berxwedan û têkoşînê dikin.

Di nava gerîla nivîsandina bûyer û çîrokên di nava jiyanê de weke erkek girîng li ser milê xwe tê dîtin. Piraniya naveroka berhemên wan lehengiya hevrêyên wan ên di nava têkoşînê de ne û şehîd bûne. Her dema ku gerîla bi çavê tejî hêvî temeşeyî  jiyanê dikin û her tiştê ku dibinin bi wate dikin. Gerîla bi awayê şoreşgerî û şoreşa gulê temaşeyî jiyanê dikin. Lewma pênase û pesna wan bê mînak in. Em di nivîsên wan de dibînin. Ji ber ku tişta dinivîsin jiyana wan e û rastiya gele. Pênûs û lênûsa gerîla nêzîktirin kesê gerîlaye. Pênûsa wan weke çekê timî hevjiyan, hevrê û hevriya wan e.

Gelek gerîla bi nîvîsên xwe bala derdor rakêşaye li ser xwe. Piştî ku şehîd bûne jî nivîsên wan hatine weşandin. Weke Şehîd Atakan Mahîr, Bêrîtan (Gulnas Karataş), Xelîl Dax, Azad Sîser, Viyan Soran û bi sedan şehîdên din bi peyv û hevokên xwe yên ciwan qala têkoşîna hevrêyên xwe kirine. Kî dizane çend çîroka çend têkoşer û gerîla yên li çeperan de hatine nivîsandin.

Berxwedan berdewame. Destanên bêhempa tên nivîsandin. Ev destanên ku mînakên wan nayên dubare ne. Lehengên wan jî bi helwestek mezintir peyam didin azadîxwazan û yên ku welatên wan dagir dikin. Yên niha dibin xwedî helwest pênûsên azad, zimanê wêrek û kesayetên welatparêz in.