'Helbestên Klasîkî xezîneyek wêjeyî û girîngin divê were parastin'

Helbestvan Basit Hemexerîb ku bi salane helbestên bi şêwazê kilasîkî dibêje û gelek guhdarvanên wî hene, helbestên kilasîkî weke xezîneyek wejeyî û giring ji bo Kurdan binav dike û daxwaz kir ku werin komkirin û parastin.


Bi dirêjiya dîrokê heya roja me ya îro ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê, gelek berhemên wêjeyî yên Kurdan wendabûne. Di roja me  ya îro de jî dagirker hewildidin çand û wêjeya Kurdan wenda bikin.

Wêjevanê ji Başûrê Kurdistanê Basit Hemexerîb ev bi salane helbestên klasîk dixwêne, giringiyê pê dide û diparêze kariye ku rêjeyek zêde ya guhdarvanan peyda bike. Di vê hevpeyvînê de Wêjevan û Helbestvan Basit Hemexerîb qala giringiya helbestên kilasîk dike.

Heya niha helbestên Kurdî biser çend qonaxek de derbazbûne, qonaxa kilasîk qonaxa yekeme, piştî wê qonaxa helbestên romantîk, piştî wêjî realîzim û niha jî helbestên azad wekî qonaxa herî dawî tê binavkirin.

Basît Hemexerîb helbestên kilasîk bi helbestên herî giring û ciyewaztir binav dike û diyar dike ku ev cûrên helbestan xezineyek wêjeyî û gelek giringin ji bo Kurdan. Hemexerîb got; "Hinek ji van helbestên nû yên ku wekî stranî tên gotin, naveroka wan lewazin û nakevin qalibê helbestan."

Basît Hemexerîb qala helbestên romantîk jî kir ku diyar kir ku ew cûre helbest xwedî giringiyek zêde ye ku di helbestên Mewlewî û Mistefa Begê Bêsarnî de reng dane.

Têkildarî wêjeya nivîskî jî Basit Hemexerîb got; "Beşek zêde yê wêjeya nivîskî ya me Kurdan ji ber şerê dijminan tune bûne. Dibe ku gelek helbestvanên me yên mezin hebin, lê jiberku berhemên wan tûne bûne kes wana na nase. Herwiha çend helbestvanên me yên baş jî hene ku li pey xwede dîwanek biçûk ya helbestan hêlane."

Di dewama axaftina xwe de Hemexerîb rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û ev tişt gotin; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye bi rêya navendekî rêxistinkirî kar ji bo komkirin û parastina van helbestên nivîskî bike. Herwiha navendên akademî jî wekî pêwîst giringî pê nedane. Ev yekjî nivîskar û wêjevanan xistiye nava fikaran."

Basit Hemexerîb destnîşan kir ku di serdema rejima Baas de Kora Zanyarî ya Kurd hinek karên baş ji bo parastina van berhemên wêjeyî kir û wiha domand; " Lê niha hemû hewildan vegerîne hewildanên takekesî ku wekî yên Mamosta Mela Ebdulkerîmî Muderîs û kurên xwe ji bo komkirin û berhevkirina helbestên kilasîkî kiriye."

Hemexerîb bi xwejî çend saleke bi hewlên takekesî bi xwendina helbestên kilasîkî hewildide van berheman bi parêze û li ser vê yekê jî wiha got; " Bi rêya tomarkirina helbestan bi awayê deng zêdetir xelk guhdarî helbestan dikin. Ev yek dibe sedem ku ev berhem bi awayek zindî bimînin. Ev helbestên ku ez dihilbijêrim jî divê xwedî giraniyekî xwe ya wêjeyî bin."

Hemexerîb diyar kir ku di destpêkê de wî li dîwanxane û şevbêrkan de van helbestan dixwend, lê bi pêşketina teknolojiyê re wî van helbestan li ser sîdî û telefonan tomar kiriye. Herwiha Hemexerîb diyar kirku tomarkirina van helbestan li ser van amûran, sud digihîne wan kesên ku xwendina wan tuneye û bivî awayî jî ji tunebûnê têne parastin.

Li gelek welatan giringiyek zêde tê dayîna van berhemên wêjeyî û hunerî. Wana li navendekî de kom dikin û diparêzin. Ji bo bikarin di hemû serdeman de sûd jê were dîtin û bibe sermayek ji bo gel, helbestvan, hunermend û xwendekarên zanîngehê di lêkolînan de sûdê jê wergirin. Wêjevanên Başûrê Kurdistanê jî diyar dikin ku dema wê yekê hatiye ku li Başûrê Kurdistanê navendek were avakirin û ev berhem û wêjeyên nivîskî têde werin komkirin û parastin.

(şk)