Helbestvanên Kurd û Ereb li Silêmaniyê hatin cem hev

Li bajarê Silêmaniyê koreke helbestvanî, bi beşdariya çar helbestvanên Kurd û çar helbestvanên Ereb pêk hat.


Li Navenda Rewşenbîrî ya Sara ya li bajarê Silêmaniyê helbestvanên Kurd û Ereb hatin cem hev û koreke helbestvanî pêk anîn.

Bi dehan rewşenbîr, hunermend û kesayetên Kurd  û Ereb weke mêvan di  kora helbestvanî de amade bûn.

Di kora bi armanca hatina cem hev a helbestvanan û parvekirina hestên xwe hat lidarxistin de ev helbestvan beşdar bûn: Saîre Ekrem, Saray Payîz, Şeyda Maruf, Selam Seîd, Mîşel El Beyatî, Muhanet Teyîp, Dr. Nazim Swîdawî û Newzad Mistefa.

Helbestvana Kurd Saray Payîz jî bi van gotinan hestê xwe anî ziman: “Ez jî wekî keseke helbestvan îro beşdarî vê korekê bûme û em gelekî keyfxweş in ku me îro hestê xwe bi awayê hunerî hem bi Kurdî, hem jî bi Erebî anîn ziman.”

Kora helbestvanî stranan bi dawî bû.

(ms/yş)