Hore yek ji hûnera Folklorî ya çanda Kurdewariye

Hore (dengbêjî) yek jî hûnera folklorî ya çanda Kurdewariyê ye. Lê niha hûnera Hore her ku diçe kêm dibe û berbi tûnebûnê ve diçe. Hunermend horeyê weke pêşbaziyekî ya dengbêjiyê li beramberî hev bikar tînin. Berovajî wê Hore bi stran, dengbêjiyê û mûzîkê hîn bi watedar û xweştir dibe.


Horebêj û hûnermendên navçeya Şarezûrê ya parêzgeha Silêmaniyê herdem di nava pêşbaziyekî ya hûnerî de ne. Hûnera Hore xwedî dirokekî kevnare, dîroka wê ya kevnar jî weke resentiya navçeya Germiyan û Şarezûrêye. Hûnermendên bi navê Rêbaz Xalidî û Yadgar Xalidî weke Horebêjên navçeya Şarezûr ji rojnewsê re axivîn.

Hunermend û Horbêj Rêbaz Xalidî yê ji navçeya Şarezûr li ser Hore ev tişt gotin: “Hore çirandin ne weke stran û bandekêye tû yê stran gotinêye. Pêwîste qirika te pir bi qûwet be û peyvên tû dikî bi giran bin, wê demê tû nû amadeyî ji bo gotina Hore.”

Rêbaz Xalidî diyar kir ku ew dikare hûnera Hore li gel mûzîk û bilorê jî bistire û got: “Lê ew kesê Horebêj be pêwîste li gel mûzîk û bilorê bigunce. Hêvî dikim ku vê hunera Hore di nava çanda Kurdewarî de bimîne. Dema ku tu pir westayî û aciz bûyî di wê demê de Hore nû xweştir dibe. Berevajî hore ger hûnermendekî dengê wî xweşbe dikare bi hêsanî bandê strana ji xwere qeyd bike.”

Hore ji gelek beşên xwe hene û Horeya her navçeyekê ji hev cûdatire. Horeya navçeyên weke; Şarezûr, Germiyan, Qalxanî, Binarî ya her navçeyekê taybetmendiya xwe cûdatire û şêwazê gotinê ji cûdaye. Kesên pispor diyar dikin ku bingehê hûnera Hore ji Germiyan û Şarezûr derketiye. Ev herdû navçe navenda Horebêjiyêye.

Li ser heman mijarê hûnermendê navçeya Şarezûrê Yadgar Xalidî jî wiha qala hûnera Hore kir: “Ji bo Horebêjiyê pêwîste kesek baş be û liser xwebe. Ew kesên ku Horebêjiyê dikin bi dilê xwe peyvan dibijêrin û bi keyfxweşî dihûnîn. Ji ber kû bingehê Hore ji çanda Kurdewarî ya xemgîniyê tê, ew kes Horebêj xem û xeyalê xwe tînin ziman.”

Yadgar Xalidî di dawiya axaftina xwe de got: “Di hûnera Horebêjiyê de ez bi pisporim. Lê ez nikarim bêjim kesek ji min jî baştir nîne. Kesên ku Horebêjiyê dikin pêwîste qirik û nefesa wan bi quwet be. Ji bo ku hunera Hore resentiya xwe winda neke, pêwîste mûzîk li ber neyê gotin.”

(ep)