Hosta Xefur bi awayek hunerî gundê Ehmed Awa ji nuve ava dike

Hosta Xefûr Hacî Emîn'ê temen 68 salî ji keviran, paşmayên kevin û teqemeniyan heman şêwazê gundê Ehmed Awa yê serbi bajarokê Xurmal bi awayek hunerî û biçûkirî çêdike. Têkildarî karê xwe jî Hacî Emîn got; "Bi xwestek û daxwaza xwe ev çar sale ez mijûlê çêkirina gundê xweme ku bi hunera kevnare ava dikim."


Li rojavayê gundê Ehmed Awa yê ser bi bajarokê Xurmal ku girêdayî parêzgeha Helebce ye, Hosta Xefûr Hacî Emînê temen 68 salî ku xelkê gundê Ehmed Awa ye, li nava zeviyê xwede gundê Ehmed Awa bi şêwazek hunerî û biçûkirî çêdike.

Ev gund ji 42 malan pêktê, bi kevirên biçûk, dar, paşmayên teqemeniyan û bi karanîna hinek çîmento bi şêwazê berê avadike. Ev gund dîmenê muzexaneyek ku ji çand û hunera kurdewarî hatiye çêkirin nîşanî mirov dide.

Li ser çêkirina gundê Ehmed Awa bi şêwazê hunerî, Hosta Xefûr Hecî Emîn ji Rojnews'ê re axivî, Hosta Xefûr got; "Dema ku mizgefta gund hate çêkirin, ew hemû paşmayên ku bi kêrî karkirinê nedihatin avêtin ser zeviyê min. Wê demê hate bîra min ku ez bi van paşmayan gundek biçûk mîna gundê Ehmed Awa jê avabikim."

Hosta Xefûr Hecî Emîn di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku di dema çêkirina vê gundê biçûk de tu kesê alîkariya wî nekirye û axaftina xwe wiha domand; "Min hewildaye hemû ew tiştên ku di demê berê de dihatin bi karanîn ez dinava vê gundê biçûk de bi cih bikim ku ji 42 malan pêktên. Di çêkirina gund de min kevir û çîmento bikaraniye, pencere bi daran çêkiriye, di hinek xaniyan de jî ji bo xwe girtinê min guleyên bîsving û hewanan bi karaniye, armanc ji bikaranîna guleyên bîsving û hewanan jî ewe ku nifşê nû bizane  di demekê de Iraq û Îranê bi van çekan malên Kurdan wêran kirine. Ji ber ku ev nifşê nû di derbarê vê yekê de tu şarezayiyek ya wan tuneye. Herwiha ez hinek çîmento bikartînim ji bo dîwar nerûxin, serbanê xaniyan jî ez bi heriyê çêdikim, yanî ez bi keyfa dilê xwe kar dikim. Çi were bîra min ez dinava vê gundê biçûk de çêdikim. Ev 4 salin ez pêre mijûl dibim, gelek caran jî welatî ji Kelar, Hewlêr û Silêmanî ji bo dîtina karê min serdana vê derê dikin."

Xelkê gundê Ehmed Awa jî bi vê karê Hosta Xefûr keyfxweşin, welatiyê ji gundê Ehmed Awa Mihemed Sabîr, li ser karê Hosta Xefûr wiha got; "Hosta Xefûr zilamek bi sebir û bi xêrete, ji ber ku ev karên wisan bi xebir û xîretê dikarin werin çêkirin. Pêşkeftin û şaristanyeta her netewek bi çand û hunera wê ve girêdaye, her gelek bikare çand û hunera xwe biparêze, wê zêdetir asta pêşkeftin û dîrokê jî bikarin bi parêzin."

(şk)