‘Huner dikare rolek mezin ji bo yekitiya Kurdan bileyîze’

Hunermendên Başûrê Kurdistanê diyarkirin huner dikare ji bo aştî û yekitiyê rolek mezin bileyîze. Herwiha diyarkirin ku divê hemu hunermendên Kurd ji bo yekrêziya nav mala Kurdan de bi xebitin.


Hunermendên tevlî dîdara hunerî ya Germiyan buyîn li ser rolê hunerê di yekitiya gelê Kurd de, ji RojNews re axivîn. Hunermendan diyarkirin ku yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê û pêkanîna yekitiyek netewî ya gelê Kurd gelek girînge.

Hunermend Serbest Ehmed axivî û got: “Ji bo hunerê rêxistinbûyîna Kurda ji hemu tiştî girîngtire. Pêwîste huner ji bo komkirina hunermendan kar bike, li ser vê yekê hewldan hene lê hêjî kar tê xwestin.

Ji bo rewşa niha ya Kurdan, yekitiya nav mala Kurdan ji her tiştî girîngtire. Divê ji bo yekitiya netewî hunermend li her çar parçeyên Kurdistanê kar bikin.”

Hunermend Eswed Fayiq jî axivî û got ku mixabin hunerê nekariye yekrêziya nav mala Kurdan de bike yek û wiha pêde çû: “Pêwîste huner di pêşxistina yekrêziya nav mala Kurdan de xwedî cihek diyar ba. Yekitiya netewî bi vê hunera niha çênabe, ji ber pêşbaziyên gelek ne xweş hene.”

Li gorî hunermend Pişko Mihemed jî, huner hewl daye yekrêziya nava mala Kurdan çêbike. Lê ev pêngavên destpêkê ne, pêwîste hewldanên zêdetir ji bo vê yekê bên dayîn. Pişko got ku pêwîste dîdarên sînemayî û guftugoyên pêwîst dinavbera hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê de bên kirin û got: “Huner dikare rolek mezin ji bo aştî û yekitiyê bike. Ew heskirina ji bo Kobanê, ya dinava huner û aliyên dinde, ispata vê yekê ye.”

(nr)