Rêxistina Niwêger a ji bo Pêşxistina Hunerê, pêşangehek a wêneyan ji bo bîranîna Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) lidardixe. Wê 22 şêwekar bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bibin.
Rêxistina Niwêger a ji bo Pêşxistina Hunerê, roja 2 û 3’yê Tîrmehê li Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi boneya yekem salvegera şehadeta Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb, pêşangehek wêneyan lidardixe.
Têkildarî pêşangehê Rêxistina Niwêger daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin wê 22 şêwekar bi berhemên xwe ve tevlî pêşangehê bibin.
Her wiha diyarkir wê pêşangeh roja 2 û 3’yê Tîrmehê ji saet 16:00’an ta saet 19:00’an vekirî bimîne.
(kş)