Ji çepên Başûr û Bakur banga avakirina platformeke hevbeş

Çar partiyên çep ên Başûr û Bakurê Kurdistanê li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta Kurdan daxuyaniyeke hevbeş dan û wiha hate gotin, “Divê aliyên Kurd dest ji zimaneke tund a hev reşkirinê berdin û di vê qonaxa hestiyar de ji bo berjewendiyên netewî bixebitin. Ji ber vê jî em bang li rêxistin û aliyên çepgir dikin ku platformeke hevbeş a çepên Kurd ava bikin.”


Roja 18’ê Tîrmehê partiya Komînîst a Bakurê Kurdistanê, Tevgera Demokratîk a gelê Kurdsitanê, Hizba Şûî ya Kurdsitanê û Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê li bargeha hizba Şûî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê kombûn û îro jî cara duyemîn kom bûn û paşê jî daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan.

Goran Cemal daxuyaniya hevpar a çar partiyên çep ên Başûr û Bakurê Kurdistanê xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin, “Niha li Rojhilata Navîn pirsgirêk û şer heye. Şerê di navbera hêzên cîhanî de di dilê Kurdistanê de birêve diçe. Ji ber vê em daxwaz dikin civaka nav dewletî û hêzên mezin ên cîhanî mafê gelên herêmê nekin qurbaniyên berjewendiyên xwe. Divê şer li herêmê û bi taybet jî li Kurdistanê geş nekin û gelê zilim dîtî yên herêmê ji encamên şer yên xirab divê dû bigirin.

Heya niha jî metirsiya DAIŞ û olperestî û mezhebperestî dewam dike. Ev raste rast bandorê li xak û gleê Kurdistanê jî dike. ji ber vê careke din ji aliyên peywendîdar û civaka navdewletî dikin ku metirsiyên ku çavkaniya xwe ji van komên tundrew digirin paşçav nekin, divê hevkar bin ji bo têkbirina ev bîr, hizir û rêxistinên tundrewan.

Pirsgirêka siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê pirsgirêkeke mezin a cîhanî û Rojhilata Navîn e. Bi salane bi awayeke ne rast û bi şer nêzî vê pirgirêkê dibin û ji ber vê jî bê çareserî maye.

Ji ber vêya;

-Divê di asta welatan û hikûmetên herêmê de bi rêya siyasî û diyalogê û dûr li şer, dûr li reşkirin û redkirina gelan çareseriya vê pirgirêkê çêbibe. Divê zimanê Lojîk û diyalogê bikin bingehê çareseriyan.

- Li navxweya Kurdistanê di asta hemû aliyên çar parçeyên Kurdistanê, pêwîste taybetmendiyên her beşek û bi esasgirtina berjewendiyên sereke yên netewî nêzîkatî bên raberkirin û diyalog bikin, dest ji şikandin û nakokiyên bihevre berdin.

-Mixabin di van demên dawiyê de em dibînin ku alî li hember hev zimaneke tund bikar tînin ku ev jî bandoreke neyî li ser peywendiyên navbera wan aliyan de çêdike. Ji ber vê daxwaz dikin dest ji vê zimanê ku baweriya bihev dişkînin berdin. Divê demê de divê em pişt hevdu bigirin, ne ku gef li yek bixwin û metirsiyê ji hev re çêbikin.

-Weke çar aliyên siyaî di oxira xebatên çînayetiyê de daxwaz ji hemû partî û aliyên çep û komîstên Kurdistanê dikin ku platformeke hevbeş a çep çêbikin û xebatên çînayetî bidomînin, ji bo civakeke dadperwer û azad têkoşîna xwe berbi pêşve bibin. Em bawer dikin ku niha ji herdemê zêdetir civak pêwîstî bi xebatên çepgiran û temamkirina qonaxa niştîmanî heye. Ji ber ew dikarin civakeke azad û yeksan damezrînin.

(bz)