‘Jiyana herî xweş li deşt û zozanên Qendîlê ye’

Xelkê Qendîlê bi hatina biharê re dest bi giya komkirinê kiriye. Jina bi navê Meyir Mihemed da zanîn ku ew her sal bi hatina biharê re giya kom dikin. Meyir diyarkir ku li zozanan jiyan zore lê warê wan weke bihuştê ye. Ya ku jiyanê zor dike, bomberana dewleta Tirke.  Meyir got ku jiyana herî xweş li zozanên Qendîlê ye.


Dayîka Meyir Mihemed Hecî Hesen a ku yek ji wan kesaye ku li Zozanên Qendîlê jiyana xwe a xwezayî dijî di derbarê girêdana jinê bi ked û xwezayê re, her wiha şert û mercên wan yên jiyanê ji me re axivî û got ku ‘Qendîl cî û warê me ye, ji bo wê jiyana herî xweş û bitendurist li deşt û zozanên Qendîlê ye’.

Meyir Hecî Hesen bi naskirina giyayê soryaz dest bi axaftina xwe kir: “Em ji vî giyayî re dibêjîn soryaz. Ev giya û gelek cûreyên din yên giya di mehên biharê de li bilindahiya çiyayan şîn dibin. Soryaz bi çend rengan tê çêkirin, cûreyek jê di nav avê de tê kelandin heya ku rengê wê zer bibe, rengek din jî di nav rûn û bi pîvazan re tê sorkirin û bi vî rengê dibe cûreyek xwarinê, her wiha tu dikarê hûr bikî û li ber rojê hişk bikî û ji bo werzê zivistanî radikî, ev jî di nav mehîr û bi keşkê re tê kelandin û xwarin ew jî li gor heskirin û daxwazên te dimîne. Ne tenê soryaz, kereng, karî û hwd ji wan cûreyên giyane ku li bilindahiya çiyayan şîn dibin. Ji ber ku cihê lê şîn dibe zore, ji bo wê komkirina wan jî ji van giyayên din zortire.”

‘Yaku jiyanê zor dike êrîşên dewleta Tirkiyeyê ne’

Meyir balkêşa ser jiyana zozanan jî wiha axivî: “Jiyana me li zozanan pir zore, lê di heman demê de pir xweşe, ji ber ku mirov bi keda xwe di nava xwezaya welatê xwe de dijî. Dibe ku westanîna fîzîkî hebe, lê a ku herî zêde jiyana me zor dike êrîş û bombebaranên balefirên Dewleta Tirkin. Dijmin bi balefirên xwe dixwaze me çav tirsandî bike da ku me dûrî welatê me bike, lê bila baş bizanin ku negengaze em welatek weke buhiştî ji wan re bihêlin. Jiyana zozanan parçeyek girîng ji jiyana me ye, ji bo wê her kesê ku xwazibe bi xwezayî bijî berê xwe dide deşt û zozanên çiya. Em vî karî ji bav û kalên xwe fêr bûne û em jî bi wî awayî zarokên xwe perwerde dikin. Êdî em temen mezin bûne û nikarin weke berê kar bikin, ji bo wê rola ciwanan di jiyana zozanan de pir girînge.”

(nr)