Kelha dîrokî ya Nawdeşt bermayiyek kêm  maye

 Li gundê Lêwje yê Binarê Qendîlê bermayiyên kelhekê hene û heta niha jî diyar maye ku dîroka temelê wê digihî destpêka sedsala 20’an. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji aliyê yek ji axayên eşîra Ako yê bi navê Xefur Nawdeşt ve temelê wê hatiye danîn ku ew jî kelha Navdeşt e.


Her çiqas bermayiyek kêm a kelhê maye, di nav de jî odeyek teng maye. Lê, ji ber dîroka vê kelhê bûye şahidê qonaxek girîng a dîrokê.

Hinek bermayiyên vê kelhê ji ber sedema êrişên Îngilîzan tine bûne. Beşek jî ji aliyê xelkê herêmê ve hatiye wêran kirin û berên wê ji bo avakirina xaniyan bi kar anîne.

Ji dîroka nû ya hevçerx xwendekarê dixtora Seîd Ehemd têkildarî dîroka Kelha Nawdeşt diyar kir ku Xefur Xanê Nawdeşt ku temelê kelhê daniye navbera salên 1890 û 1953’yan de jiyan kiriye. Piştî Şerê Cîhanê Yekemîn û di dema nokokî û guhertinên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk û Îngilîzan li Başûr rola wî ya girîng hebû.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, Xefûr Xan destpêkê ji bo Îngilîzan pêwîst bû wan jî cih û statûyek hêja dayînê. Lê, piştre ji ber nakokiyên eşîrtî dijî Îngilîzan rawestiya ye.

Li gorî wî şarazayarê dîroka herçerx, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û têkçûna peywendiyên li gel Îngilîzan, Xefur Xan vegeriyaye Lêwje û ji bo xwe ji êrişên Îngilîzan biparêze dest bi avakirina kelhê kiriye.

Kelhe li ser girekî bakur rojavayê gundê Lêwje ava kiriye. Ji du qatan û çend odeyên mezin, Mêvanxane, xwaringeh, Xan Sarayî, hola perwerdeyê pêk hatiye.

Bi ber , kisil û bilûkên sor hatiye avakirin. Penahiya dîwarê wê nêzî metreyekê ye. Li her çar aliyên kelhê ji bo çavdêriyê û parastina kelhê çend kun hene. Herwiha hewzekî avê têde heye.

Ev kelhe weke xalek bihêz û nîşanek girîng a eşîr û fermanrewayî ya Xefur Xane Nawdeşt e. Li gel alozbûna peywendiyên li gel Îngilîzan kelhe dibe hedefa êrişên leşkerên Îngilîz û bi hevkariya eşîrên hevpeyman. Piştî berxwedanek nêzî 75 rojan ji ber qutkirina ava kelhê hêza Xefur Xan neçar dibe ku kelhê vale bike. Kelke tê desteser kirin û di sala 1919’an de kelhe bi temamî tê talankirin.

Bermayiya vê kelhê heta sala 1969’an xweşik mabû. Piştre xelkê gund berên wê ji bo çêkirina xaniyan bi kar anîn. Piştî ku ber û darên wê derxistin ziyanek mezin gihîştê. Niha tenê hewza wê bi başî maye.


 

(ab)