Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li xebatên xwe li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger dimeşîne, ji bo piştgiriya berxwedana netewî ya gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê klîbek bi navê ‘Dar Berû’ weşand.
Li dijî dagirkeriya Tirk hemû beşên civaka Kurd di nava seferberiyê de ne. Hunermend jî ji aliyê xwe ve piştgirî didin berxwedana netewî ya dijî dagirkeriyê ya gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger ku li Başûrê Kurdistanê dixebite, berhemek li ser berxwedana gerîlayan ya dijî dagirkeriya Tirk derxistin. Klîba bi navê ‘Dar Berû’ li ser qenala xwe ya fermî ya Youtubê hate belavkirin.
Hunermendên ‘Hunergeha Welat’ yên Rojavayê Kurdistanê jî bi klîba ‘Hey Zap’ê’ piştgirî dabûn berxwedana gerîlayên Tevgera Azadî.
(bz)