Komek ciwan fêrî Defê dike

Li bajarokê Bawenor, mamostayek hûnerê ji hunermend û xwebexşan komek hunerî a bi navê Newa avakiriye. Ev kom ji bilî kar û çalakiyên hûnerî, perwerdeya Defê jî dide ciwanan.


Li bajarokê Bawenûr a ser bi navçeya Kelar ya ser bi îdareya Germiyan, ji ber ku navendek ya rewşenbîrî û hûnerî nîne ku ciwan berê xwe bidinê, komek ciwanên hûnermend yên bajarok, bi rêveberiya mamostayek hûnerî ê xwebexş koma hunerî a bi navê Newa avakirin.

Ev kom bi hevre tevlî çalakiyên hûnerî dibin. Niha jî ev kom li ser daxwaza xelkê, perwerdeya fêrkirina Defê jî dane destpê kirin. 20 kes niha fêrî Defê dibin.

Rêveberê koma Newa Namdar Mihemed ji RojNews re axivî û got; “Ciwanên Bawenûr ji min xwestin em perwerdeya fêrkirina Defê fêrkirinê bidin destpêkirin. Me komek a bi navê Newaya Bawenûr ya xwe bexşan avakir. Niha zêdetirî 20 kes fêrî Defê dibin. Roj bi roj ev hejmar zêde dibe. Hêvî dikin êdî rêveberiya hûnerî û rewşenbîrî ya Germiyan, êdî ciwanên Bawenur paşguh nehêlin. Ji ber ku niha Bawenûr xwedî avahiyek rewşenbîrî ya moderne. Dikare hemû kar û çalakiyên xwe bike.”

Seywan Mehmud ku niha xwe fêrî Defê dike spasiya mamosta û kesên komê avakirî kir. Seywan da zanîn ku ev perwerde başe û ciwanên bajarok giringiyê didinê. Herwiha da zanîn ku ev yekem care hewldanek bi vî awayî li bajarok ji bo ciwanan tê kirin.

(nr)