Li Hewlêr festîvala pêşxistina çandiniyê

Li Peymangeha Teknîkî ya bajarokê Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê festîvalek ji bo pêşxistina sektora çandinî bi awayekî zanistî û pratîkî hate li darxistin.


Li Peymangeha Teknîkî ya bajarokê Xebat a ser bi parêzgeha Hewlêrê festîvalek ji bo pêşxistina sektora çandinî bi awayekî zanistî û pratîkî hate li darxistin.

Festîval dibin dirûşma 'pêşxistina sektora çandinî bi awayek zanistî û pratîkî' hate li darxistin. Di festîvalê de çend kompanyayekî çandinî û xurakê beşdar bûn.

Di festîvalê de gelek çalakiyên cûr bi cûr yên zanistî, çandinî, yasayî, hunerî û stran û govend hatin kirin. Armanc ji vê festîvalê ewbû ku hîn zêdetir bala kompanyan bikişînin ser berhemên çandinî û jêhatinên zanistî yên xwendekaran ên di warê çandiniyê de.

(şk)