Li Kelarê pêşangeha şêwekarî

Mala Ciwanên Kelar bi boneya hefteya têkoşîna li dijî şîdeta hemberî jinê pêşangehek ya şêwekarî vekir.


Îro danê êvarê li nav mala Ciwanên Kelar a ser bi navenda herêma Germiyan, bi boneya hefteya têkoşîna li dijî şideta hemberî jinê pêşangehek şêwekarî hat vekirin.

Di pêşangehê de 15 tabloyên cuda cuda hatin nîşandin. Di zêdetirî tabloyan de wêneyên li ser tund û tujiya hemberî jinan hatibûn çêkirin. Armanca pêşangehê balkêşandina tund û tujiya hemberî jinê bû.

(nr)