Li Kerkûkê zêdetirî sed salin lîstoka Sênî û Zerf tê lîstin

Sênî û zerf lîstokek gelerî ya pêkhateyên bajarê Kerkûkê ye. Zêdetirî sed saleke ev lîstok li Kerkûkê di şevên meha Remezanê de tê lîstin. Ev lîstok  bûye sedem ku hemû pêkhateyên bajêr li cem hevdû kombin. Lîstokvanên vê lîstkokê jî gotin ku ev lîstok ya tevayî pêkhateyên Kerkûkê ye.


Netewe û baweriyên cûda yên Kerkûkê zêdetirî 100 salin di meha Remezanê de piştî ku nimêja Teravîh dikin dest bi lîstina lîstoka Sênî û Zerf dikin. Lîstok heya saetên berê sibehê demê paşîvê li ser cade û kolanên bajêr tê lîstin.

Lîstok wihaye; Pêktêt ji sêniyek û yazde zerfan, du grup tên beramberî hev  dileyîzin. Di destpêkê de grupa yekem di pişt perdeyê de zarek yan gustîlek dinava zerfek de diveşêre, piştre sêniyê di zivirîne ji bo cihê zerfa ku gustîl têdeye neyê zanîn. Piştre sênî di daynin liber gruba beramber, gruba beramber jî tenê du car mafê wan heye zarfan veke ji bo dîtina gustîl yanjî zar.

Welatiyê binavê Mistefa Hamid têkildarî lîstoka Sênî û Zerf de ji Rojnews'ê re wiha got; "Ev lîstok ji serdema bav û bapîran ve maye, bi dehan sale ev lîstok li Kerkûkê heye. Ev lîstok ya hemû netewên Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyane. Lê herî zêde Kurd û Tirkmen vê lîstokê dileyîzin.  Ev lîstok di şevên meha Remezanê de tê lîstin. Bi rastî lîstokek bi keyfe dema ku du grub tên beramberî hev ji bo zêdetir puanan bi destbixin. Em heya wextê paşîvê dileyîzin. Sedemê xweşiya vê lîstokê ewe ku hemû dost, xizim komdibin û li gel birayên me yên ji netewên din em bi hevre dileyîzin."

Welatiyê binavê Ebdullah Refîq jî ku bi salane vê lîstokê dileyîze wiha axivî; "Em di hemu şevên Remezanan de vê lîstokê dileyîzin. Li piraniya kolanên bajêr lîstoka Sênî û Zerf tê lîstin. Şevên zivistanan çawan tenê lîstoka kum tê lîstin, di şevên Remezanê de jî tenê ev lîstok tê leyîztin. Em Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî vê mehê dinava xweşî û aştiyê de derbaz dikîn. Ez zarokbûm ev lîstok hebû ji wê demê ve ez dileyîzim."

Di dewama axaftina xwe de Ebdullah Refîq diyarkir ku di demên berê de heya saetên bersibehê ev lîstok dihat lîstin û wiha domand; "Lê ji ber rewşa ku niha bi serê Kerkûkê hatiye em heya saet 2'yê şevê dileyîzin.Ev lîstok wek ya Kerkûkê tê zanîn. Grup ji Hewlêrê tên em bi hevre dileyîzin, em diçin taxên Tirkmenan ew jî tên li cem me, yanî ev lîstoka Sênî û Zerf li cem Kerkûkiyan wateyek ya xwe yat taybet heye."

Ciwanê binavê Hîmdad Rewişt jî di derbarê lîstoka Sênî û Zerf de wiha got; "Piştî nimêja Teravîhê dest bi lîstinê tê kirin. Ev lîstok ji bo me aramiyê çêdike. Bi taybetî di niha de rewş wisan lêhatiye ku em nkarin dilxweş bibin, lê dema em li cem heval û kesûkarên xwe komdibin keyfxeş dibin û heya berbangê sibehê em di leyîzin."

(şk)