Li paytexta rewşenbîrî pêşandana filmê 14'ê Tirmehê hate astengkirin

Filmê 14'ê Tîrmehê ya li ser berxwedana pêşengên PKK'ê yên li Girtîgeha Amedê biryar bû ku di 1'ê Kanûnê heta 7'ê Kanûnê li Sînemaya Salim a Silêmaniyê were pêşandan, lê ji aliyê asayîşa giştî ya Silêmaniyê ve pêşandana wê hate astengkirin.


Biryar bû ku li Sînemaya Salim a Silêmaniyê di 1' Kanûnê de Filma 14’ê Tîrmehê ya li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Girtîgeha Amedê  ku Haşim Aydemîr derhêneriya wê kiriye were pêşandan, lê Rêveberiya Sîmeya Salim bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Asayîşa Silêmaniyê rê nade film were pêşandan. Rêveberiya Sîmeya Salim daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî, Walîtiya Silêmaniyê û Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê kir ku rewşê zelal bikin.

Piştî ku filmê 14'ê Tîrmehê beşdarî festîvala Filman a Silêmaniyê bû, li ser daxwaza gel wê film ji 1'ê Kanûnê ve li Sînemaya Salim a Silêmaniyê bihata pêşandan, ji bo destûra fermî hatibû dayîn were pêşkêşkirin, lê niha Asayîşa Silêmaniyê bêyî ku sedemekê eşkere bike temaşekirina film asteng dike.

Di daxuyaniya Sînemaya Salim a ku li ser hesabê wê yê tora civakî hatî parvekirin wiha tê gotin; "Ji aliyê asayîşa giştî ya Silêmaniyê ve bi me re peywendî hate kirin û ji me re gotin ku, 'Bi ti awayî rê nadîn film were pêşandan'. Her çiqas me daxwaza nivîsa fermî kir. Lê bersiv nedan. Tenê gotin ku 'serê xwe neêşînin' ji ber ku qet rê danîn ev film were pêşandan. "

Rêveberiya Sînemaya Salim işaret bi van metirsiyan dike; "Kînekî eşkere ya li hemberî azadiya ragihandinê ye. Ji derveyî sansurekî zelal tiştekî din nîne. Ev sansur carek nivîskar û rojnamegeran dikuje û carekê jî filmê şoreşgeran sansur dike. Em planên navneteweyî yên bi pêşengiya Tirkiye, Amerîka û welatên bi hêz ên li dijî beşek ji xebata azadîxwaz û neteweya xwe fêm dikin. Di berdewamkirina vê de, êrîşên weke beşek ji dîroka nokerî û teslîmbûna desthilata xwemalî ya ji bo razîkirina dagirkeran fêm dikin. Em di wê baweriyê de ne ku li dijî îradeya gelê Kurd û hemû xebata bi salane li Başûrê Kurdistanê bi sedan şehîd dane ye.  Bi taybet ji bo razîkirina dagirkerane. Herwiha timî desthilatdar ji huner û çalakiyên çandî ditirse. Divê Wezareta Rewşenbîrî, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîriya Silêmaniî û Waliyê Silêmaniyê ku berpirsê yekem ê vî bajarî ye helwest nîşan bidin û mijarê zelal bikin.  Vê ew biryar rewşa me du qat din girantir bike. Wê ev biryar bandoriyê li hemû civakê bike. "

Filmê 14'ê Tîrmehê

 

Filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê ku derhêneriya wê Haşim Aydemîr dike, li ser berxwedana kadroyên pêşeng yên PKK’ê, welatparêzên Kurd û şoreşgerên Tirkiyê ya li dijî zilm û hovîtiya dewleta Tirk li beramber girtiyên li Girtîgeha Amedê kirine, hatiye çêkirin.

Filmê rojiya mirinê ya berxwedana 14’ê Tîrmehê heya niha beşdarî çend festîvalên film ên navnetewî û herêmî bûye û di çend qadan de jî hêjayî xelatê hatiye dîtin. Filmê ku berxwedana şoregerên Kurd û Tirkiyê ya li dijî hovîtiya dewleta Tirk kiriye mijara xwe, li festîvalên film a Hindistan, Almanya, Brîtanya, Polonya, Silêmanî û Dihok’ê de (filmên dokumenterî) hatiye nîşandan. Herî dawî jî di festîvala filmên navnetewî ya Silêmanî de xelata rêzgirtinê girt û yegane film bû ku li ser daxwaza zêde ya bîneran du caran hate nîşandan. Di qada aktoriya herî baş û derhêneriya dîmen jî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Amadekariyên filmê berxwedana 14’ê Tîrmehê di sala 2014’an de destpê kir û di sala 2015’an de dest bi kişandina film hate kirin.

Di sala 1980’an de dewleta Tirk li dijî hemû derdorên mûxalif, şoreşgerên Kurd û Tirk û sosyalîstan darbeya 12’ê Îlonê pêkanî. Bi hezaran kes girt û di êşkenceyên mezin re derbas kir û hovîtiyeke mezin pêkanî. Ev hovîtiya dewleta Tirk a bi taybet li zîndana Amedê, di sala 1982’an de gihîşt lûtkeyê. Kadroyê pêşeng yê PKK’ê di 21’ê Adarê de li dijî hovîtî û faşîzma dewleta Tirk starta berxwedanê da. Piştre şoreşgerên Kurd û Tirk yên PKK’yî berxwedana rojiya mirinê dan destpêkirin. Heya niha gelek filmên dokûmenterî û stran li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hatine derxistin.

(ab)