Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji bo piştgirîkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyawî bi tevlîbûna Hunermend Berhem Şemamî konserek hate lidarxistin.
Li Parka Derwaze ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer îro ji bo şermezasrkirina bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk bi kar tîne û piştgiriya berxwedana gerîla konserek organîze kirn. Gelek ciwanan û welatî tevlî konserê bûn.
Konserê bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîden Kurdistanê destpê kir.
Hunermend Berhem Şemamî tevlî konserê bû.
Di konserê de berxwedana gerîla ya ku ji 23’yê Nîsanê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin hate pîrozkirin.
(ab)