Li Şarezur pêşangeha wêneyan

Xweza û jiyana kevin ya Kurdewariyê di tabloyên şêwekar Mihemed Xurmalî de reng dide.


Îro dûwemîn pêşangeha şêwekar Mihemed Xurmal li hola Grîn Galerî ya rêveberiya Hunera Şarezur a li bajarokê Şarezur ya ser bi Silêmaniyê hat nîşandan.

Di pêşangehê de bi giştî 40 tabloyên cûda hatin nîşandin. Beşek mezin yê tabloyan girêdayî xweza, gundên Kurdistan û jiyana kevin ya Kurdewariyê ne. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat. Tê payîn pêşangeh 3 rojan dewam bike.

(nr)