Li Şengalê 2 şervanên YBŞ'ê hatin bîranin

Li  komelgeha Gohbel a Şengalê şervanên YBŞ'ê Şehîd Amad û Şehîd Bawer hatin bibîranîn.


Li  komelgeha Gohbel a Şengalê şervanên YBŞ'ê Şehîd Amad Kawyan (Mihemed Mendanlioglu) û Şehîd Bawer Şengalî (Enwer Xêro) di duyemîn salvegera şahdeta xwe de  hatin bibîranîn. Gelek nûnerên sazî û rêxistinan û welatî beşdarî bîranînê bûn. Herwiha ji bo şehîdan xêr hate belav kirin.

Dayîka Şehîd Bawer Pakîza Celal têkldarî şehadeta kurê xwe Bawer Şengalî û Amed Kawyan ji Rojnews'ê re axivî û got:"Di serî de em sersaxiyê ji bo tevaya gelê Êzidî dixwazin. Îro dibe du sal ku kurê min Enwer û Amed li ser axa Şengalê Şehîd bûn. Ji destpêka fermanê de herdû şehîd bi hevre li yek eniyê de şerê DAIŞ'ê dikirin. Herdu şehîdan di rizgarikirina gund û navçeyên Şengalê de rola xwe lîstin . Heya Roja dawî ji Amed û Bawer deste wan di deste yek debû û dest ji hev bernedan heya şehîd ketin.

Her kesê/î li ser axa Şengalê şehîd ketibe ji bo me ti cawazî nîne û em wan wek zarokên Êzidxanê dihesibînin.  Şehîdên îro li goristana şehîdan hatine veşartin, wan li ber Şengalê de canê xwe feda kirin.  Heta em di jiyanê de ne em ê li hemû şehîdên xwe xwedî derkevin. Ti cudahiyê naxwîn di navbera zarokên xwe û şehîdên din ên li ser xaka Êzidxanê şehîd bûne de."

Şervanên YBŞ’ê Amed Kawyan (Mehmet Mendalioglu) û Bawer Şengal (Enver Xêro Xidir Mîrza) 21’ê Tîrmeha sala 2017'an li Sikiniyê ya Şengalê di encama teqîna mayîn çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bibûn.