Li Şengalê vekirina gorên komî didome

Li Şengalê vekirinên gorên komî yên li gundê Koço berdewam dikin.


Di dema êrîşên 3'yê Tebaxa sala 2014'an de, çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê gelek Êzidî qetilkirin û li gorên komî de hatin veşartin. Ev demeke li Şengalê dest bi vekirina van goran hatiye kirin û hîn vekirina goran berdewam dike.

Duh Rêxistina Êzidî ya ji bo belgeyan bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku li gundê Koça ya Şengalê tîma vekirina gorên komî rastî êrîşek çekdarî hatiye û bang li aliyên peywendîdar kirîbû ji bo parastina tîmên vekirina goran erka xwe bi cih bînin.

Lê, Berpirsê Parastinê yê ser bi Desteya Heşda Şebî Xalid Şengalî ji Rojnews'ê re ragehand ku ti tîmên vekirina gorên komî rastî êrîşê nehatine û nûçeyên wiha ji rastiyê dûrin û got; "Du di dena kar de li gundê Koço yek ji amêra vekirina goran xerab bû û dengek bilind jê hat. Ji ber vê kesên nêzî gundê Koço hest bi metirsiyê kirine û nûçeyên nerast hatine belav kirin.

Xalid diyar kir ku ji dema vekirina gorên komî ve parastina endamen tîma vekirina gorên komî dikin û ti pirsgirêkekî ewlekariyê derneketiye û got;"Ji ber ku yek amêra vekirina goran xereb bibû duh kar hatibû rawestandin, lê îro careke din vekirina goran destpê kir."

(ab)