Li Silêmanî di pêşangehek de 113 kevirên serdema Sasaniyan hatin nîşandan

Li Muzexaneya Silêmanî bi merasîmek taybet 113 kevirên ku dîroka wan digihin serdema Sasaniyan hatin nîşandan. Ev kevir bi alîkariya tîmên Îtalî hatine dîtin û lêkolînkirin.


Danê êvarê li Muzexaneya Silêmanî pêşangek taybet ji bo 113 kevirên ku dîroka wan digihin serdema Sasaniyan hate vekirin. Ev kevir ji aliyê tîmên Zanîngeha Sabîza ya Îtalî û rêvebiriya Şunwaran ên Germiyan û Silêmanî ve hatine lêkolîn kirin.

Li gorî lêkolînên hatîn kirin, dîroka van keviran digihe serdeama Narse Paşa ku paşayê heftem yê Sasaniyan bû.

Li ser van keviran gelek nivîs hene, hinek ji van nivîsan navê wan kesanin yên ku serdana Narse Paşa kirine ye.

(şk)