Li Silêmanî ji bo Mûzexaneya Kobanê kerpîçên nexşandî çêdikin

Yekşem, 17 Nov 2019 – 07:55  BERHEM LETÎF/ROJNEWS

Li Silêmanî ji bo Mûzexaneya Kobanê kerpîçên nexşandî çêdikin

Hunermenda Kurd Ozlem Yaşar û hunermendê Swîsrî Warner Newhaws ku endamên rêxistina Mesele ne, li Swîsre biryar didin herin Rojava û li wê derê ji bo Mûzexaneya Kobanê hinek projeyan çêkin. Lê piştî ku her du hunermend tên Başûrê Kurdistanê ji ber astengî û şerê li Rojavayê Kurdistanê heyî, biryar didin li Silêmanî li gel hunermendên Silêmaniyê kerpîçên ji axê yên nexişandî ji bo Mûzexaneya Kobanê çêkin.


Hunermenda Kurd Ozlem Yaşar û hunermendê Swîsrî Warner Newhaws li Swîsre biryar didin ji bo hinek projeyên ji bo Mûzexananeya Kobanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Her du hunermend di meha Îlona îsal de ji bo derbasî Rojava bibin tên Hewlêrê. Lê ji ber nedana destûrê û rewşa şer a li Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî mehek li Hewlêrê dimînin nikarin derbasî Rojava bibin. Piştre her du hûnermend biryar didin herin Silêmanî û ji wir jî vegerin Swîsre yê.

Piştî her du hunermend diçin Silêmanî li wê derê biryar didin projeya ya ku li Swîsre ji bo Rojava amadekiribûn, li Silêmaniyê bicihbînin.

Têkildarî biryara bicihanîna projeyê li Silêmanî, hunermendê Swîsrî Warner Newhaws ji Rojnews’ê re axivî û got; “Li gora min biryara serbixwe di projeyên wisan de ne raste, pêwîst dikir ku em biryarek hevbeş li gel kesên ku me li vê derê li gel wan de danûstandin kirin bigirta. Me biryar da em li vê derê projeya xwe bicihbînin. Me xwest hunermendên vê derê jî bi me re bibin alîkar û keda wan jî têde hebe. Her wiha armanca me jî ewe ku em projeyek hevbeş pêşkêşî Mûzexaneya Kobanê bikin.”

Her du hunermendan bi rêya torên civakî peywendî li gel çend hunermendekî bajarê Silêmanî re didaynin. Piştre komek ji 20 kesan avadikin. Ji roja 3’ê Mijdarê ve jî li nava Parka Azadî ya li Silêmanî bi dirûşmeya ‘Bînraw’ dest bi projeya xwe dikin.

Şêwekar û Rêveberê Mizgelerî Zana Resûl jî ji Rojnews’ê re axivî û got; “Hemû tiştên ku di vê projeyê de hatine kirin, bi giftûgo û fikirgirtina rêxistina Mesele, Mizgelerî û hûnermendên Silêmanî bû. Me projeya xwe gihandiye wê astê ku hinek kerpîçên sembolî çêkin.”

Hinek hunermend, welatiyên Silêmanî û penaberên ji Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî projeyê bûne.

Her du hunermend destpêkê dixwazin bi heriyê cerik û karên destî ji bo Mûzexaneya Kobanê çêkin. Lê piştî li gel hunermendên Silêmanî danûstandinê dikin ew biryar didin ku kerpîçên ji heriyê çêkin li ser wana nivîs û tabloyan binexişînin.

Ji bo çêkirina kerpîçan jî axa nêzî gora Şêrko Bêkes û gundê Çermo dihilbijêrin. Ji bilî hunermendan penaberên ji Rojavayê Kurdistan û xelkê Silêmaniyê jî tevlî nexşandina kerpîçan bûne.

Hunermend Ozlem Yaşar jî têkildarî armanca projeya xwe axivî û got; “Em dixwazin ev proje wek sembolîk be wek diyariyek be ji bo Mûzexaneya Kobanê. Ev ax jî dîrokek dêrîn û Kurdewarî heye, ji bo na wê me berhemê xwe bi vê axê çêkir. Ev tiştek gelek sade ye. Lê belê nirxekî xwe yê mezin û sîmayek xwe yê xweşik heye. Her kesî peyama xwe têde nexişand.”

Proje niha ber bi qonaxa dawî ve hatiye û tê payîn  roja 21’ê Mijdarê li Malbenda Kurdolojî ya li Silêmanî di pêşangeke de were nîşandan.

Her wiha biryar dane di 20’ê Adara 2020’an de ango di salvegera komkujiya Helebce de li Helebce werin nîşandan.

Hunermend pilan dikin ku vê projeya xwe li her çar parçên Kurdistanê nîşan bidin û piştre jî pêşkêşî Mûzexaneya Kobanê bikin.

(şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist