Li Silêmaniyê filmê Darên Bitenê hat nîşandan

Fîlmê dokumenter ê Darên Bitenê ku behsa hunera dengbêjiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike li Silêmaniyê hat nîşandan.


Li Sînemaya Salim a li Silêmaniyê Fîlmê dokumenter ê bi navê Darên Bitenê yê behsa hunera dengbêjiyê ya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hat nîşandan

Di nîşandana film de ku gelek kes amade bûn, derhêner Şêro Hindê têkildarî fîlm axaftinek kir. Hindê destnîşan kir ku fîlm têkiliya çand û hunera pêkve jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide.

Paşê kesên amade jî têkildarî fîlm nêrînên xwe parve kirin.

Filmê behsa dewlemendiya erdnîgarî û hunera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, mînaka hunera pêkhateyên li herêmê yên pêşkeş dike.

Fîlmê sala 2017’an hatiye çêkirin û derhêneriya wê Şêro Hindê kiriye 45 deqe ye.

(yş)