Li Silêmaniyê pêşangeha 'Jiyana Kurdî'

Li Salona Dergay Sera Wênesaz Serbest Ebdurehman bi tabloyên xwe yên derbarê dîrok, çand, huner, jiyan û zordariya li Kurdan tê kirin, pêşangehek ya wêneyan vekir.


Li salona Dergay Sera ya Silêmaniyê Wênesaz Serbest Ebdurehman ji bo berhemên xwe pêşangehek vekir. Tabloyên wî derbarê çand, huner, dîrok, jiyan û zordariya ku li Kurdan hatiye kirine. Herwiha jiyana her çar parçeyên Kurdistanê nîşan dike. Her tabloyekî wî dîrokeke.

Pêşangeh wê heya roja Înê berdewam dike.

Welatiyên Silêmaniyê eleqeyek mezin nîşanî pêsangehê didin.

Wênesaz Serbest Ebdurehman ji sala 1972 heta 1986`an wêne çêdikir, lê ji ber zextên rejîma Baas'ê neçar ma dev ji çêkirina tabloyan berde. Piştî rejîma Baas rûxiya, di sala 2015'an de careke din dest bi çêkirina wêneyan kir.

Wênesaz Serbest Ebdurehman diyar kir ku xwestiye van tobloyên xwe nîşanî welatiyan bike û got; "Bi van wêneyan ez dixwazin muzexaneyek ya tabloyan çêbikim. Dema kesên biyanî hatin bi dîtina van tabloyan bizanibin ku em ji xwedî dirok û çandin. Bila zanibin jiyana me û çanda me çawa bû."

' Tabloyek dikare cihê pirtûkekê bigre'

Serbest Ebdurehman eşkere kir ku di roja îro de kes êdî li ser çand, jiyan û diroka Kurdan pirtûkan nanivîsin, lê bi tabloyan mirov dikare raboriya xwe, jiyan, çand û diroka xwe pêşkêşî nivşê nû bike.  Serbest destnîşan kir ku îro tabloyek dikare cihê pirtûkekê bigre.

 

(şb)